Polîsan bi ser avahiya DBP'a Bismilê de girt

AMED - Polîsan bi ser avahiya DBP'a Bismilê de girt û di serdegrtinê de rêveberê navçeyê Ahmet Guneş binçav kirin.

Li Amedê, polîsan bi ser avahiya Partiya Herêmên Demokratî (DBP) a Bismilê de girt. Di serdegitinê de rêveberê navçeyê Ahmet Guneş hat binçavkirin.

Li avahiyê alayên partiyê hatin qetandin û her wiha li ser dîwarên avahiyê jî nivîsa "T.C. li vir e" hat nivîsandin.