Dengdayîna madeya yekemîn: 347 'erê', 132 'na'

ENQERE– Di tûra yekemîn a madeya yekemîn a guherandina Qanûna Bingehîn de, 347 deng "erê", 132 deng "na" derketin.

Karê dengdayîna nepen a ji bo madeya yekemîn a guherandina Qanûna Bingehîn bi dawî bû. Di vê dengdayînê de 484 deng hatin bikaranîn. Encama dengdayînê wiha ye:

Na:132
Erê: 347
Bêlayan: 2
Vala: 1

Di dengdayînê de madeya yekemîn a pêşniyarê, "Li madeya 9'emîn a Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya bi dîroka 7/11/1982 û bi hejmara 2709'an dê piştî îbareya 'serbixwe'yê îbareya 'û bêalî lê hatiye zêdekirin' di tûra yekemîn a dengdayînêd e hat qebûlkirin.