Li Girtîgeha Bursayê pirtûk qedexe ne!

BURSA - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bursayê ji bilî pirtûkên dersan pirtûkên din nadin girtiyan.

Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bursayê pirtûkan nadin girtiyan. Li gorî agahiyên ji parêzerên ku girtî ziyaretkirine hatine girtin ji bilî pirtûkên dersan tu pirtûkên din nadin girtiyan.

Parêzeran diyar kirin ku pêkanîn keyfîne û ji bo agahî bigirin nekarîne xwe bigihînin îdareya girtîgehê.