WAN - Li Ebexê, wesayîta xwendekaran gindirî şerampolê. 8 xwendekar birîndar bûn.
Li navçeya Ebexê ya Wanê, serwîsa dibistanê qeza kir û di encama qezayê de 8 xwendekar birîndar bûn. Serwîsa dibistanê, ya xwendekarên Dibistana Navîn a Direkliyê vediguhast, li nêxî Gundê Hespê Reşê gindirî şerampolê. 8 xwendekarên di encama qezayê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê.
Piştî mudaxileya ewil, xwendekar sewqî navçeya Bêgir û Wanê hatin kirin.