Li Sûrê teqîn: 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan

AMED - Li tenişta Çemê Dîcleyê ya Sûrê qada ku moloz lê dihatin rokirin dema otobusa polîsan derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.

Li baxçeyê Hewselê ya navbera Çemê Dîcle û Navçeya Sûra Amedê li qada ku moloz lê dihatin rokirin teqin pêk hat. Dema otobusa polîsên hêzên çevîk derbas dibû teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên ewil di teqînê de 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn. Gelek ambulans hatin cihê bûyerê û polîsên birîndar kirin nexweşxaneyen Amedê. Hat zanîn ku berî teqînê polîsan li qada molozan tedbîr girtibûn û dema otobusa hêzên çevîk derbas dibû teqîn pêk hat. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.