EDENE - Li Edeneyê di nava goristanê de cenazeye 3 zilamên ku bi çeken lûle dirêj hatine kuştin hatin dîtin.
Li goristana taxa Alîhocali ya navçeya Yuregîra Edeneyê cenazeye 3 zilamên ku bi çeken lûle dirêj hatine kuştin hatin dîtin. Polîs û koma tendirûstiyê ku li ser giliya welatiyên di saetên sere sibê de wesayît di nava goristanê de dîtin, hatin cihê bûyerê, hat diyarkirin ku wesayîtê li stûna xistiye û rawestiya ye, zilamek di nava wesayîtê de, yê din ji deriyê wesayîtê ketiye xwarê û yekê din jî 10 metre dûrî wesayîtê hat dîtin.
Hat zanîn ku ji kesên mirî Refîk Bîngul û Ufuk Altun temîrkerê wesayîtan, Eser Bînen jî xwendekarê zanîngehê ye.
Cenaze ji bo kare otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.