MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku 14 rojan di bin çavan de man, hatin girtin.
Hevşaredarên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku di 13'ê Çileyê de tevî 12 kesan hatibûn binçavkirin û 14 rojan di bin çavan de man, piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Dozgeriya Nisêbînê bi daxwaza girtinê Kok û Kaya sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nisêbînê bi hinceta, "Yekitiya dewletê xerab kirine" biryara girtina her du hevşaredaran da.
Hate hînbûn ku Kok û Kaya şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.