ŞIRNEX - Piştî ku îro hevşaredarên Qilebanê ji peywirê hatin dûrxistin qaymeqamê navçeyê weke qeyûm hat tayînkirin.
Qaymeqamê navçeya Qileban a Şirnex Mehmet Fatîh Yakinoglû weke qeyûm li şaredariyê hat wezîfedarkirin. Hevşaredarên navçeyê Zeynep Uren û Yunus Urek îro bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê hatibûn dûrxistin.
Hate hînbûn ku danê êvarê qeyûm Yakinoglû çûye şaredariyê û daye zanîn ku ew weke qeyûm hatiye peywirdarkirin.