12 saetin Kaya li balefirgehê radiwestinîn

ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ku şeve din li Afyonê hat binçavkirin, ev 12 saetin ji bo bibin Amedê li balefirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê tê rawestandin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya şevê din li Afyonê hat binçavkirin û hat zanîn ku ji bo Kaya bibin Amedê li Balefirgeha Adnan Menderes tê rawestandin.

Hat diyarkirin ku ev 12 saetin Kaya li balefirgehê tê rawestanxin û ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş firîna balefirê hatiye paşxistin. Hat ragihandin ku ger rewşa hewayê sererast nebe dê Kaya bibin Dadgeha Îzmîrê û bi riya SEGBÎS’ê îfade bide midûryeta polîsan.