ŞIRNEX - Ji Cizîrê gelek wesayîtên leşkerî ber bi Silopî ve hatin sewqkirin.
Di navbera navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnex de tevgera leşkerî. Derdora saet 12.00'an û saet 16.30'an gelek wesayîtên tîpa kîrpî ji Cizîrê sewqî Silopî hatin.
Hate hînbûn ku wesayîtên hatine sewqkirin li Tabûra Tankan a bajaroka Tilqebîn hatine bicihkirin.