EDENE - Walîtîya Edeneyê heta mehekê li 7 herêmên bajar hemû çalakî û bernameyên girseyî qedexe kir.
Walîtiya Edeneye bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku li 7 herêmên cuda yên bajar heta mehekê hemû çalakî û şaniyên girseyî hatine qedexekirin. Walîtîyê da zanîn ku ji 1'ê Sibatê heta 28'ê Sibatê hemû bername û çalakî qedexe kirine.
* Qadên vala yên li pêşiya Walîtiyê û pêşiya Midûriya polîsan ên Edeneyê, Otoparka li kolana Erdal Acetê a taxa Doşeme .
* Parka Sabahattin Zaim û derdora midûriyeta polisan a bajar û du otoparkê li tenişta wê.
* Parka Înonu û der dorê avahiya Edliyeya Edeneyê.
* Derdora avahiya Edliye ya li qada Qada Ege Bagaturê
* Derdora qada Qişlaya Orgeneral Temel Cingoz
* Derdora Qişlaya Orgeneral İzzetin Çalişlar.
* Derdora Fermandariya 10'emîn Tanker a încirlikê û Balafirgeha Încirlikê
* Derdora Sefaretxaneya DYA ya Edeneyê.