WAN - Qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê ya DBP'î hat kirin.
Qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê ya Wanê hat kirin. Polîsên ku hatin şaredariyê, belgeya Wezareta Karên Hundir a ku qeyûm hatiye tayînkirin teblîg kirin.
Polîsan gotin ku divê hemû xebatkarên şaredariyê li avahiya şaredariyê amade bin. Hate hînbûn ku kî wekî qeyûm hatiye tayînkirin di belgeyê de cih nagire.