WAN- Li Wanê, polîsan bi ser buroya belavkirina rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê de girt.
Li Wanê, polîsan bi ser buroya belavkirina rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê de girt. Hat ragihandin ku polîsan li buroya belavkirinê ya li navçeya navendî Rêya Armûşê ye lêgerîn kirine û dest danîne ser malzemeyên buroyê.
Hat diyarkirin ku, polîsan li buroyê telefonên belavkaran girtine û çûn hatine buroyê jî qedexe kirine. Sedema serdegirtinê nehat zanîn.