STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, dema ji bo biçe Îtalya li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Dilek Ocalan, saet di 17:00’an de dema ji bo biçe bajarê Milano yê Îtalya çû Balafireha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin. Dilek Ocalan, ji ber axaftinek xwe ya li navçeya Wêranşarê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê doz lê hatibû vekirin.
Li bendê ye ku Dilek Ocalan bibin Edliya Bakirkoy a Stenbolê.