Belavkarê rojnameyê hat berdan

EDENE - Belavkarê rojnameyê Murat Karataş ê ku bi hinceta “weşanên qedexe ligel xwe gerandiye” hatibû binçavkirin hat berdan.

Li Edeneyê belavkarê rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Deokrasî Murat Karataş ê ku dema rojname belav dikir duh ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin hat berdan. Derbarê Karataş ê ku li Qereqola Polîsan a Şakîrpaşayê dihat girtin de bi hinceta “weşanên qedexe ligel xwe gerandiye” kar hatiye kirin û bi fermana dozger hatiye berdan.