Hevşaredarê DBP'î Çiçek hat girtin

SÊRT - Hevşaredarê Şaredariya Civanîkayê Serhat Çîçek hat girtin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajaroka Civanîka ya Sêrtê Serhat Çiçek ê çend roj berê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, piştî karên li Qereqola Cendirmeyan sewqî dadgehê hat kirin. Tevî Çiçek, welatiyê bi navê Namet Can ê li Civanîkayê dijiya ji aliyê Dadweriya Lêpirsînî ya Sêrtê bi îdiaya "Endamtiya" rêxistinê hatin girtin.

Piştî binçavkirina Çiçek, qeyûm tayînî Şaredariya Bajaroka Civanîkayê hatibû kirin.