Qeyûman 52 saziyên jinan girtin

AMED - Li herêmê qeyûmên tayînî şaaredariyên DBP'î hatin kirin, heta niha 52 saziyên jinan girtin.

Qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, heta niha 52 saziyên jinan qefilandine. Îcreatên qeyûman ên ewil ew bû ku jinên li gerînendetiyên polîtîkayên jinan dixebitin ji peywirê dûr xist û li şûna wan mêr tayîn kirin. Piraniya navendên jinan ên girêdayî şaredariyê hatin girtin û xebatkarên wan jî ji kar hatin derxistin.

LI HERÊMÊ BI SALAN DIXEBITÎN

Li herêmê pêşî xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) hatin rawestandin. KJA, ji bo li her qadên jiyanê vîna jinê bide der hevserokatî, kota û kooperatîfên jinan derxit holê û xwegihand bi hezaran jînî û her wiha di çarçoveya nîqajên zanista jinê Jîneolojiyê de gelek tiştên girîng derxistin holê.

Her wiha Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku xwedî paşerojek 12 salan bû, ji bo li dijî cudatî û şideta li hemberî jinê bitêkoşe hat avakirin.

Komeleya Jinê ya Cerenê ku di sala 2008'an de hat avakirin, li Amedê Hêwirgehên Jinan, Navendên Şêwirmendiyê çêkirin û her wiha bi saya wê 17 jin bûn xwedî mal.

FEALIYETÊN WAN HATIN RAWESTANDIN

Li gor daneyên DBP'ê 52 saziyên fealiyetên wan hatin rawestandin hin jê ev in:

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: DİKASUM

Peyas: EKİN CEREN

Sûr: NAVENDA ŞÊWIRMENDIYA JINÊ YA AMÎDAYÊ-Hat girtin.

Yenîşehîr: NAVENDA JINÊ YA ROZAYÊ

Bismil: NAVENDA JINÊ YA NÛJÎNÊ

Licê: NAVENDA JINÊ YA NUJIYANÊ

Farqîn: NAVENDA JINÊ YA MEYAYÊ-Hat girtin.

Hênê: NAVENDA JINÊ

Pasûr: NAVENDA JINÊ YA ZOZAN ERENÊ-Hat girtin.

Şırnex: NAVENDA JINÊ YA ZAHÎDEYÊ

Silopiya: NAVENDA JINÊ YA VIYANÊ-Hat girtin.

Cizîr: NAVENDA JINÊ YA STIYA ZÎNÊ-Hat girtin.

Êlih: NAVENDA JINÊ YA SELÎSÊ-Hat girtin.

Bedlîs: NAVENDA ŞÊWIRMENDIYA JINÊ YA DÎLANÊ

Mêrdîn: NAVENDA JINÊ YA ARÎNÊ

Qoser: NAVENDA JINÊ YA NÛDAYÊ

Nisêbîn: NAVENDA JINÊ YA GILŞÎKAVÊ

Dêrik: NAVENDA JINÊ YA PELJÎNÊ

Kerboran: NAVENDA JINÊ YA ÇÎÇEKÊ-Hat girtin.

Şemrex: NAVENDA JINÊ YA REWŞENÊ-Hat girtin.

Xelfetî: NAVENDA JINÊ YA SARAYÊ

Wêranşar: NAVENDA JINÊ YA BERJÎN AMARAYÊ

Wan: NAVENDA JIYANÊ YA JINÊ YA ROJİNÊ

Rêya Hevrîşimê: NAVENDA JINÊ YA JIYANÊ

Erdîş: MALA PIŞTEVANIYA JINÊ YA ERDÎŞÊ- Hat girtin.

Artemêtan: Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan-Hat girtin.

Serayê: NAVENDA JINÊ YA SERAYÊ

Colemêrg: NAVENDA JINÊ YA BINEVŞÊ

Çelê: NAVENDA JINÊ YA BERVARÊ

Şemzînan: NAVENDA JINÊ YA NÛJÎNÊ

Gimgim: NAVENDA JINÊ YA SAVÛŞKAYÊ

Dersim: NAVENDA JINÊ YA YA JIYANÊ

Bazîd: NAVENDA JINÊ YA SEMA YUCEYÊ

Sêrt: NAVENDA JINÊ YA BERFÎNÊ (Bi gerînendetiya çandê ve hat girêdan û gerînendeyekî mêr hat tayînkirin)

Akdenîz: NAVENDA JINÊ YA ÎŞTARÊ-Hat girtin.

Li gel girtina navendên jinan malên hêwirgehê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Akdenîzê jî hatin girtin. Li Wanê jî xebatên kreş, klînîk û malên jinan hatin rawestandin. Her wiha li Êlihê jî kompleksa sporê ya jinê hat girtin.