Peyamên referandûmê yên jinên amedî

AMED - Jinên amedî, yên nêrîn û fikra xwe ya der barê referandûmê de bi awayekî kurt vegotin, diyar kirin ku ew ê ji qanûnan bingehîn a ku wan nahesibîne re bibêjin "Na".

Jinên amedî der barê referandûma 16'ê Nîsanê de bi kurtûkurmancî nêrîn û fikrên xwe beyan kirin. Jinan ev peyam dan:

Esma Goçturk: “Ji bo hemû raye nekevin destê Serokomar Erdogan 'Na'"

Muhsine Burakmak: Ji bo ziman û çanda min "Na"

Fatma Alparslan: Ji bo azadiya zarokên me yên di girtîgehan de "Na"

Dilşa Burakmak: Ji bo dawî li şer û mirinan bê "Na"

Vahide Kaya: Ji bo aştiyê "Na"

Asya Açan: Ji bo Tirkiyey teslîmî kesekî tenê neyê kirin "Na"

Nilgun Unlu: Li dijî pergala heyî "Na"

Sevda Gulen: Ji Qanûna Bingehîn a jina nahesibîne re "Na"

Newroz Sumbul: Ji bo pêşeroja zaroka min "Na"

Duygu Bayram: Ji bo azadiya jinan "Na", "jin jiyan azadî"

Nuriye Aka: Êdî bese ji zilma mêr-dewletê ya li ser jinan, "Na"

Rozerin Haran: Ji bo ciwan û zarok neyên kuştin û ji bo pêşerojê "Na"

Necla Polat: Ji bo welat ji aliyê serokomar tenê ve neyê birêvebirin û li dijî newekheviya jin û mêran "Na"

Esra Dalkiliç: Ji bo kesên li Cizîrê hatin şewitandin û qetilkirin, ji bo em bi roja mecbûr nemînin ku cesedê zarokên xwe di sarincan de veşêrin "Na"

Ronahi Karagoz: Li dijî rêveberiya yekzilamî "Na".