Rojane

Keleha Derbxaneyê di bin avê de namîne

Hat hînbûn ku Keleha Derbxanyê ya bi dînamîtana hat rûxandin ne daxilî herêma ku dê di bin avê bimîne de ye. Derket holê ku îmzeya Serokê Kolandina Heskîfê Prof. Dr. Abdulsselam Uluçam ku ji endamtiya Cemaeta Gulenê hat girtin di bin projeyê de heye.

Nûçeyê bixwîne

‘BEDAŞ'ê guh neda biryarê dadgehê, ceryana Cemxaneyê qut kir'

Her çendî biryar hat dayîn ku dê lêçûnên Cemxaneyê ji hêla dewletê ve bên pêşwazîkirin jî, BEDAŞ'ê guh neda biryarê û ceryana Cemxaneyê qut kir. Serokê Weqfa Çand û Perwerdehiyê ya Erenlerê Emîn Yilmaz, got ku BEDAŞ'ê guh nedaye biryarê.

Nûçeyê bixwîne

Li nêzî noqteya polîsan teqînek çêbû

Li Taxa Bagivarê li nêzî noqteya polîsan ku li têketina bajêr e teqînek çêbû.

Nûçeyê bixwîne

Hevseroka KCD'ê li Heskîfê ye: UNESCO bi bêdengiya xwe wesfa xwe ji holê rakir

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven serdana Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan ku xwe li zinarên kelehên Heskîfê zîncîr kiriye kir. Guven got ku UNESCO bi bêdengiya xwe ya li hemberî rûxandinê wesfa xwe ji holê rakiriye.

Nûçeyê bixwîne

Şaredarê Komunîst Maçoglu ji bo Sûrê îmze berhev kirin

Serokê Şaredariya Pulurê Fatih Mehmet Maçoglu li Kolana Îstiklalê serdana Platforma Piştevaniyê ya ji bo Sûrê kir û ji bo Sûrê îmze berhev kirin.

Nûçeyê bixwîne

Bi çakûç êrîşî peykerê Ataturk kir

Li Amedê Îbrahim Yeşîlê 30 salî bi çakûç êrîşî peykerê Ataturk ê li Qada Şêx Seîd kir. Yeşîl hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Nîvîskarê girtî Hasîp Yanliç nikare xelata xwe bigire

Endamê PEN'a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd Hasîp Yanliç ku beriya mehekê hat girtin, li Rojava di pêşbirkara beşa çîrokan de wekî yekemîn hat hilbijartin û şayanê xelatê hat dîtin.

Nûçeyê bixwîne

‘Dersim ji serdema Osmaniyan heta niha tê şewitandin’

Rêveberê Komeleya Çerûdorê ya Munzurê Mehmet Soylu di çalakiya ji bo vekirina TV10'ê de axivî û aşkera kir ku Dersim ji serdema Osmaniyan heta niha tê şewitandin.

Nûçeyê bixwîne

Malbatan li Amed û Îzmirê aqûbeta windayan pirsîn

ÎHD û xizmên windayan ên Amed û Îzmirê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin" dîsa kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Li Amedê çîroka Ramazan û Hamide Şarli yên di sala 1993'an de hatin windakirin pirsîn. Li Îzmirê jî aqûbeta Hasan (48) û Huseyin (50) Saçaklidir yên di sala 1996'an de hatin windakirin pirsîn.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerê nelirêtiya Qeyûmê nivîsand rastî lêpirsînê hat

Dozger li rojnameger Ferhat Parlak ê nûçeya nelirêtiya Qeyûmê Şaredariya Farqînê çêkir û nelirêtiya qeyûmê aşkere kir lêpirsîn vekir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 15 / 830