Plana êrîşên li ser Efrînê ya ji 3 aliyan ve
Hat hînbûn ku Tirkiyeyê ji bo komên OSO, plansaziya ji sê aliyan ve êrîşên li ser Efrînê amade kiriye. Di çarçoveya vê planê de şevê din leşkerên TSK'ê gelek top avêtin gundên Efrînê.
Nûçeyê bixwîneHat hînbûn ku Tirkiyeyê ji bo komên OSO, plansaziya ji sê aliyan ve êrîşên li ser Efrînê amade kiriye. Di çarçoveya vê planê de şevê din leşkerên TSK'ê gelek top avêtin gundên Efrînê.
Nûçeyê bixwîneSerokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu li AKPM’ê axivî û wiha got: “Pêwîste li Tirkiyê rojnamger xelata Pulîtzer bigrin, lê di girtîgehan de tên girtin."
Nûçeyê bixwîneDerket holê ku operasyona li herêma Oremarê bi ser navê "Mehmetçîkê serwerê Oremarê dikeve şikefta terorîstan!" ji aliyê ajansan ve hat serwîskirin sexte ye. Gundiyan jî diyar kir ku şikefta ku li ser rê ye û ew nikarin heywanên xwe têxinê wek "şikefta PKK'ê" hatiye nîşandan. Gundiyan anî ziman ku eraziyê ku şikeft lê ye jî yê gundiya ye.
Nûçeyê bixwîneLi Reqqayê "Cenga Mezin" didome. Di roja 23'yemîn a operasyonê de "Cenga Mezin" ji objektîfa dihaber'ê bi wêneyan bi her awayî dixuyê.
Nûçeyê bixwîneDayika Medenî Yildirim Fahriye Gunduz Yildirim, di 4'emîn salvegera mirina kurê xwe de bal kişand ser necezakirina kujeran û wiha got: "Yên ku gule bera Medenî dan diyar in, yên ferman dan jî diyar in. Lê ne sûcdar û ne jî ceza li holê heye."
Nûçeyê bixwîneBinkeyên leşkerî yên di navbera Kilîs-Îslahiyeyê de tim bi guleyan Kantona Efrînê tacîz dikin. Şêniyên gundên li ser sînor bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku, îhtimala tevgerîna leşkerî ya ber bi Efrînê jî wan nerihet dike.
Nûçeyê bixwîneQeymeqam Tolga Togan ku wek "qeyûmê fiîlî" tayînî Şaredariya Rezanê bûye, ji bo tazmînatên kidem û îxbarî yên 38 karkerên ku ew ji kar derxistin ji Walîtiya Amedê "nêrîna huqûqî" xwest. Walîtiyê jî bersiva "derfetên ku tazmînatên kidemî û îxbarî bên dayîn tune ne" da.
Nûçeyê bixwînePolîsê ajokarê maşîna zirxî S.K. ku di 10'ê Sibata 2013'an de ciwanê 19 salî Şahîn Oner kuşt, piştî 4 salan şûnde hêj nû derdikeve pêşberî dadger.
Nûçeyê bixwîneWeqfa Manastira Mor Gabriel lîsteya cihên pîrozwer ên 8 gundên Nisêbînê ku dewrî Serokatiya Karên Diyanet, xezîne, şaredariyên Mêrdîn û Nisêbînê hatine kirin eşkere kir. Weqfê diyar kir ku ew ê lîsteya hemû cihên hatine dewirkirin amade bikin. Gelê suryanî bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku ev tunekirina dîrokê ye û dê li dijî vê biryarê bi tapo û delîlan serî li cihên hewcedar bidin.
Nûçeyê bixwîneTIR'ên ku ji Qeter û Siûdê tên û barê wan mohrkirî, di Deriye Sînor ê Karkamişê re derbasî Cerablusê dibin. Ajokarê TIR'ê Ali İnan, diyar kir ku barê çimento û hesin bi awayekî vekirî derbas dikin, lê barê din mohrkirî ne û ew nizanin barê çi ye. Înan, anî ziman ku ji sedî 90'ê barê TIR'ên wan mohrkirî ne û ji Siûdî Erebîstan û Qatarê tên.
Nûçeyê bixwîne