Rojane

Ji leşkeran reviyan, li Dîlokê hatin qetilkirin

Malbata Îlter ku ji ber zext û zoriyên leşkeran ji navçeya Berwarî ya Sêrtê koçî Dîlokê kir, piştî koçkirinê bi 4 mehan keça wan jî di nav de 13 xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Suryaniyên mêrdînî, çûyîna Ewropayê nîqaş dikin

Piştî ku avahî û îbadetxaneyên suryaniyan ji aliyê walîtiyê ve tescîlî xezîneyê hatin kirin fikareyên suryaniyên Mêrdînê zêde bûn û ditirsin ku dubare bi êş û azarên wek ên berê re rû bi rû bimînin. Suryanî ji bo vegerên Ewropayê veneguherin vegerên mayînde dixwazin nêvenga aştiyê bê peydakirin.

Nûçeyê bixwîne

Dem dema dirîreşkên Liceyê ye

Dîrîreşkên li qeraxên hemû çem û robaran gihiştin, dîmeneke bedew de derdorê. Jinên Lîceyî ku rîçala wan çê dikin dest bi komkirina dirîreşkan kirin.

Nûçeyê bixwîne

Baydemir: Tecrîd faşîzm e

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîd faşîzm e. Tecrîd tê wateya israrkirina di şer de, israrkirina di pevçûnan de."

Nûçeyê bixwîne

Bozbay: Şaredariya Wanê meaşê karkeran dide tamîra dibistanan

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi navê "Em 238 dibistanan nû dikin, em li Wanê seferberiya lênerîn-tamîra 238 dibistanan didin destpêkirin" meaşê karkeran qut kir û ji lêçûna dibistanan ve veqedant. Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Cahit Bozbay helwesta Qeyûm rexne kir û wiha got: "Pereyê gelê bajêr ji bo qadên cuda xerç dikin. Ev nayê qebûlkirin."

Nûçeyê bixwîne

Hevserokê DBP'ê yê Serayê hat girtin

Hevserokê DBP'ê yê Serayê Tucer Kalkali û encumenê şaredariyê Siddik Akin hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Di doza rojnamgeran de Acar û Koseli hatin tehliyekirin

Di doza ku hunermend Atilla Taş û rojnameger Murat Aksoy jî di nav de bi giştî 13 nivîskar û rojnamger tê de tên darizandin de Cihan Acar û Bunyamin Koseli hatin tehliyekirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber parvekirinên medyaya civakî 6 kes hatin girtin

Li navçeya Tarûsûsê, bi hinceta li ser civaka medyayî "propagandaya rêxistinê" kirine 2 jê zarok 13 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Şemzînanê teqîn: 2 cerdevan hatin kuştin

Li herêma Mehendî ya bi ser gundê Bêzelê ya Şemzînanê ve teqîn pêk hat û di teqînê de 2 cerdevan jiyana xwe ji dest dan û cerdevanek jî birîndar bû.

Nûçeyê bixwîne

Nuçegihanê DÎHA ye berê Damar hat girtin

Nuçegihanê DÎHA yê berê Mehmet Siddik Damar ê ku ji bo îfade dayînê çû dozgeriyê, parvekirinê wî yên medya civakî hîncet hatin nîşandan û hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 18 / 830