Rojane

Rojeva hevdîtina Trump-Erdogan a çav li ser in Rojava, Îran û Zarrab e

Rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol, bal kişand ser hevdîtina Trump -Erdogan û naveroka wê. Aykol, anî ziman ku ji aliyê Tirkiye ve dê dosyaya Rojava û ji milê DYA ve dosyaya Îran û Zarrab dîtin ser masê û niqaş bikin. Erdogan, anî ziman ku dibe mijar bigêje heta malbata Erdogan jî.

Nûçeyê bixwîne

Li Gabarê teqîn: Yek jê giran 3 leşker birîndar bûn

Di dema operasyona leşkerî ya li Çiyayê Gabarê de teqînek pêk hat. Di encamê de yek jê giran 3 leşker birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Di maşîna ket balafirgeha Jet'an de teqemenîhat dîtin

Di maşîna serwîsê ya ket 8'emîn Balafirgeha Jetan a Amedê de teqemenî hat dîtin.

Nûçeyê bixwîne

CHP’ê rapora îşkenceyê ji Bozdag pirsî

Parlamentera CHP’ê ya Îzmirê Zeynep Altiok, rapora îşkenceyê ku Neteweyên Yekbûyî der barê Tirkiye de amade kiriye ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî. Parlamentera CHP’ê ya Îzmirê Zeynep Altiok, der barê rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya îşkenceyê ku der barê Tirkiye de amade kiriye, ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.

Nûçeyê bixwîne

Li 14 mezrayên Bedlisê qedexeya derve ilan kirin

Walîtiya Bedlisê beriya operasyona li hîzanê li 14 mezrayan qedexeya derketina derve îlan kir.

Nûçeyê bixwîne

Beştaş dê bi talîmatê îfade bide

Di doza Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, jê tê darizandin de biryar hat girtin ku bi talîmatê îfade bide û doz hat taloqkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bavê ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigire 81 roj in dihele: Daxwaza min a dawî gorek e

Kemal Gun ê 70 salî yê ji bo hestiyên kurê xwe bigire 81 roj in di greva birçîbûnê de ye 13 kîlo daye, masûlkeyên wî dihele, çavên wî yên çepê êdî kêm dibîne wiha got: "Ez bimirim jî paş ve gav navêjim. Li vî cihanê daxwaza min a dawî em e ku gorekî kurê min bila hebe."

Nûçeyê bixwîne

Li Payîzavayê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn

Li Payîzavayê di dema derbasbûna wesayît cerdevanan de teqînek pêk hat û di encamê de 3 cerdevan birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Xweza bi bûkaniyan xemilî

Li Amedê demsala biharê bi xweşikbûna xwe, rengên kulîlk û giyayên cûr bi cûr xwe radixe ber çavan. Ji ber şiliya zêde, bihara ku dê li gorî salên borî dereng xelas bibe li nav zeviyên genim û nîskan kulîlkên bûkanî bi rengê sor xemlek din dan xwezayê. Rengên sor ên bûkanî û keskayiya rengên genim û nîskan ku li nav hev ketiye wek quncikekî bihûştê xuya dike. Ev rengên xemla biharê hêjayî dîtinê ye.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê lêgerîna tazî red kir ew avêtin feleqeyê

Girtî Mesut Gokhan ê 20 roj berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûceyê şandin Girtîgeha Kîlîsê, rastî lêgerina tazî hat. Gokhan ku lêgerina tazî red kir, rayedarên girtîgehê bi zorê tazî kirin û ew xistin feleqeyê. Birayê Mesut Agît Gokhan, diyar kir ku ew ji ewlehiya birayê xwe bi fikar in.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 304 / 830