Rojane

Taxa Reşîd bi temamî hat rizgarkirin

Di şerê dijwar de şervanên QSD’ê taxa Reşîd bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Şer di roja 79'an de didome.

Nûçeyê bixwîne

Dadgeha bilind ceza li siyasetmedar Bîngul birî

Cezayê salek û 3 mehan ê ji Hevserokê berê yê BDP’a Stenbolê Emrullah Bîngul re dihat xwestin ji aliyê dadgeha bilind ve hat êrêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Mete 2 roj e di binçavan de

Li Îzmîrê xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Semîha Mete 2 roj e di binçavan de tê girtin û hat îdiakirin ku der barê Mete de “îxbar” heye.

Nûçeyê bixwîne

Dê 'Tora Piştgiriyê ya ji bo Eren Keskîn' bê avakirin

Piştî derketina derveyê welat a Hevseroka Gitştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn hat qedexekirin û pêkanîna kontrola edlî li dijî Keskîn ket meryetê, parazvanên heq ji bo piştgiriyê tora piştgiriyê ava kirin.

Nûçeyê bixwîne

Qaymeqam karkerên buroyê ji bo erdkolandinê şand

15 karkerên li Erxaniyê di karên buroyan ên saziyên daristan, muftî, dibistan û nexweşxaneyan de dixebitîn, bi biryara qaymeqam şandin Şikeftên Çayonu û di karên kolandinê de ew didin xebatê.

Nûçeyê bixwîne

Ajokarê vîncê perwerde nestendiye!

Dozgerê Amedê der barê 3 kesên berpirsiyarê kuştina 2 zarokên li ber dîwarê dibistana seretayî ya Turgut Ozal dilîstin û di bin dîwarê qereqolê de man doz vekir. Dozger ji bo her kesekî heta 15 salan ceza xwest. Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku ajokarê vînca ku diwarê qereqolê ava dike perwerde nedîtiye.

Nûçeyê bixwîne

Wezareta Edaletê mirina dayikê wekî derfet dît û xwest doza kurê wê betal bike

Welatiyê bi navê Cemîl Kirbayir di derbeya 12'ê Îlonê de hat windakirin, doza ku li DMME'yê berdewam dike, Wezareta Edaletê ya ku li ser navê hikumetê parastinê dike xwest dosyayê bigire. Wezareta ku mirina Dayika Berfo wekî derfetekê dît, îdia kir ku malbatê dest ji dozê berda ye.

Nûçeyê bixwîne

Rewşa Aktaş ê ku CPT serdana wî kir girantir dibe

Ergîn Aktaş li gel ku her du milên wî tune ne jî bi salane li girtîgehê tê ragirtin. Parêzera Aktaş, Gulîzar Tuncer dest nîşan kir ku heyeta CPT’iyê di serdana xwe ya dawî de bi bi muwekîlê wê re jî hevdîtin çêkiriye û piştî hevdîtinê rewşa wî girantir bûye.

Nûçeyê bixwîne

Li Sûrê di nezareta polîsan de rûxandin didome

Li Sûrê rûxandina ku di bin navê "veguherîna bajarvaniyê" de tê kirin, di çavdêriya polîsên çewîkê de didome.

Nûçeyê bixwîne

Zarokên ku ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin axivîn

Zarokên ku dema li ber erbaneyê stran digotin û hatin binçavkirin, anîn ziman ku ew heta serê sibehê li qereqola polîsan di nezaretxaneyê de mane û ji bo careke din ew stranên siyasî nebêjin polîsan gef li wan xwariye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 6 / 830