ENQERE - Di pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn de, madeya 13'emîn a sererastkirinên dadgehan di xwe de dihebîne bi 343 dengan hat qebûlkirin.
Dengdayîna nepen a madeya 13'emîn a guherandina Qanûna Bingehîn, bêyî HDP a ku ji bo rojekê biryara nebeşdarbûna hevdîtinan da pêk hat. Made bi 343 dengî hat qebûlkirin.
Encamên dengdayîna madeya 13'emîn wiha ne:
Erê: 343
Na:133
Vala: 2
Nederbasbar: 1
Bêlayan: 2
MADEYA 12'EMÎN HAT QEBÛLKIRIN
Di pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn de, hevdîtinên madeya 12'emîn a rayeya sererastkirinên "OHAL û îlankirina rewşa şer" dispêre Serokomar bi dawî bûn. Dengdayîna nepen a madeya 12'emîn a guherandina Qanûna Bingehîn, bêyî HDP a ku ji bo rojekê biryara nebeşdarbûna hevdîtinan da pêk hat. Di dengdayînê de sererastkirin bi 344 dengî hat qebûlkirin.
Encama Dengdayînê wiha ye:
Erê: 344
Na:133
Vala: 2
Bêlayan: 3