ENQERE – Çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karê xwe dixwazin” ket roja 282’yan. Polîsên mudaxaleyî çalakgerên xwestin daxuyanî bidin kir û 2 kes binçav kirin.
Greva çalakiya birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 162’an de domiya. Çalakiya kedkarên cemaweriyê hem ji bo vegerên karê xwe û hem jî bo piştgiriya Gulmen û Ozakça ku li Kolana Yukselê li dar dixin, di roja 282’an de domiya. Polîsan destûr neda, çalakgerên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin.
2 KES HATIN BINÇAVA KIRIN
Çalakgerên xwestin li ber barîkata polîsan daxuyaniyê bidin çapemiyê, pankarta “Çalakiya greva birçînbûnê ya Nuriye û Semîh ket roja 162’an, karê Nuriye û Semîh paş ve bidin wan” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana me ya greva birçîbûnê”, “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” berz kirin.
Bi vekirina pankartê re polîsan mudaxaleyî çalakgeran kirin û pankar çirandin. Polîsan 2 kesên ji kolanê veneqetiyan û dirûşme berz kirin, xistin binçavan.