ROJANE
*Der barê 946 endamên Egîtîm-Sen'ê yên li Êlihê beşdarî daxuyaniya li dijî şer hat dayîn bûn, lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.
*Li saziyên tiba edlî, 39 cenazeyên aîdî HPG'yiyên ku di operasyonên 2 mehên dawî yên li herêmê de jiyana xwe ji dest dan, li benda encamên DNA'yê ne. Her wiha 26 cenaze jî li goristanên bêkesan hatin definkirin.
*Li Sêrtê, Aşê Hecî Hitbet ji sala 1973'yan heta niha hîn jî tê tercîhkirin û bereksê berên fabrîkasyonî, berên hîn bêtir bi ekil û sihet dihêre.
*Di şeva 14'ê Nîsanê de li Taxa Gaziyê Bariş Kerem û Oguzhan Erkul, ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. Di girtenameya ku der barê lêkolîna cihê bûyerê hat amadekirin de, ji 6 çekên cuda 35 qewanên fîşekan û dendika guleyekê hatin tespîtkirin û her wiha di girtenameyê de hat diyarkirin ku 26 gule jî li wesayîtê ketine.
*Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku girtiye, nameyek jî ÎHD'ê re şand. Di nameya de ragihand ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên cidî hene û bi awayekî kelepçekirî tê muayenekirin.
*Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, anî ziman ku wî di emrê xwe de hilbijartineke wisa di bin zext û dordariyê de hatibe çêkirin nedîtiye û wiha got: “Gelê kurd bi ser ket. Binihêrin li gundê Xerabê Bava ku xwestin bi işkenceyê propagandaya xwe bikin, ji sedî 92 Na derket. Xerabê Bava rûmeta mirovahiyê rizgar kir.”x
* 2'emîn rûniştina doza parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca dê li 2'emîn Dadeha Asliye Ceza bê dîtin. (09.30)
* Koma Parêzerên Hemdem dê der barê YSK'ê de li Edliya Îzmirê serlêdana sûc bikin. (11.00)
* Şaxên ÎHD, TÎHV, OHP û ÇHD, dê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê ya Enqereyê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û îhlalên derketin holê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Parêzer dê ji bo hempîşeyên xwe yên girtî li pêş Edliya Stenbolê ya Çaglayanê "Nobeta Edaletê" di hefteya 3'emîn de berdewam bikin. (11.30)
* Rêxistinên KCD, TJA, DBP, HDP û HDK, tê têkildarî encama referandumê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.30)
JIN
*Jinan diyar kir ku, ew encamên referandûmê qebûl nakin û wiha gotin: "Piştî 16'ê Nîsanê jî, heta ku jin nebêjin qediya dê 'Na' neqede."
ABORÎ
*Esnafên Çarşiya Zaferê ya Mêrsînê, balê kişandin ser krîza aborî û gotin, her roj cîranekî wan dikana xwe digire.