Rojane

Biryara binçavkirina hevşaredar Ozdemîr û Akel hat dayîn

Der barê Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr ên ji peywira xwe hatin durxistin, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Çoltera Xozatê tê bomberankirin

Ji Tugaya Xozata Dêrsimê çoltera herêmê tê topbarankirin.

Nûçeyê bixwîne

HDP'ê li Çinarê bi gel re civîn pêk anî

Rêxistina HDP'e li avahiya HDP'ê ya navçeya Çinarê ya Amedê bi gel re civîn pêk anî.

Nûçeyê bixwîne

Vê carê leşker li Çêrmûgê xwezayê talan dikin

Li çoltera gundê Aşagi Şeyhler ê Çermûgê operasyona leşkerî hat destpêkirin û leşkeran agir bi daristanê xist. 2 rojin daristan dişewite.

Nûçeyê bixwîne

Irmak: Em ji bo Sûr û Heskîfê dengê xwe bilind bikin

Parlamentera HDP’ê ya girtî Selma Irmak, bang li gel kir û xwest li dijî talankirina Sûr û Heskîfê dengê xwe bilind bikin.

Nûçeyê bixwîne

Li Wêrnşarê ÎHA ket xwarê

Maşîneya Bêmirov a Hewayî (ÎHA) li Wêranşarê ket xwarê.

Nûçeyê bixwîne

Çalakgerên Yukselê: Hûn dizin û hûn ê jî rojekê îxrac bibin

Çalakiya “Em karê paş ve dixwazin” li Kolana Yukselê di roja 286’emîn de dewam kir û polîsan dîsa mudaxeleyî çalakgeran kir. Çalakgeran bertek nîşanî mudaxeleya polîsan da û got: “Hûn ê jî rojekê îxrac bibin lê kes li pişta we tuneye. Hûn dizin.”

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Hacioglu: Êrîşên li ser çapemeniyê bi Ozgur Gundemê dest pê kir

Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Reyhan Hacioglu, bal kişand ser girtina Rojnameya Ozgur Gudemê, zextên li ser çapemeniyê û girtina Midûrê Karên Nivîsan ê Ozgur Gunedmê Înan Kizilkaya û wiha got: "Zextên li ser çapemiyê bi Ozgur Gundemê re dest pê kir. Salek e Înan girti ye. Ger ku Înan bê berdan dê azadî bêtir bi wate be."

Nûçeyê bixwîne

Li qada perwerdeya leşkerî şewat derket

Li qada perwerdeya leşkerî ya 116'emîn Fermandariya Alaya Perwerdeyê ya Cendirmeyan a Çanakkaleyê şewat derket û li qadek fireh belaf bû.

Nûçeyê bixwîne

Li Reqqayê dor dora Mizgefta El-Etîqê ye

Pêşketinên li taxa dîrokî ya Reqqayê ber bi dawî ve diçe. Piştî Keleha Harun Reşîd û sûrên dîrokî, şervanên QSD'ê ji du aliyan ve Mizgefta El-Etîq dorpêç kir û mizgef li ber rizgarkirinê ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 12 / 830