Rojane

Rejîma Îranê kurdek li ser sînor qetil kir

Kolberê ji bajarê Makoya Urmiyê, di encama gulebarana leşkerên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Di qezayê de 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Nazîlliyê maşîneya ji piştê ve li TIR’ê qelibî, 4 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Uca: Dem ew dem e ku Şengalê ji nû ve bê avakirin

Parlamentera HDP’ê ya bi eslê xwe êzidî Feleknas Uca biryara xweseriya demokratîk a Meclisa Şengalê nirxand û got ku biryar dîrokî ye. Uca anî ziman ku dem ew dem e divê Şengalê ji nû ve bê avakirin û bang kir ku her kesên azadî xwaz xwedî li Şengalê derkevin.

Nûçeyê bixwîne

‘Tecrît û îşkence dê rê li ber raperînek mezin veke’

Hevberdevkê Înisiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re Mehmet Temzîyuz binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêmê nirxand û got ku li girtîgehên Wan û Xarpêtê wek girtîgehên pîlot hatine hilbijartin û her cûre êrîşên derûnî û fizikî ji van her du girtîgehan dest pê kiriye û li tevahiya girtîgehan belav bûye. Temîzyuz got ku ev pêkanîn bidomin dê rê li ber raperîn û berxwedanek mezin vebikin.

Nûçeyê bixwîne

Berxwedanê wêrankirin rawestand

Yekîneyên xerakirinê li Taxa Lalebey a Sûrê li gel ku biryara xirakirinê tuneye jî, xwestin malekê xirab bikin. Xwediyê malê bertek nîşan da û got: “Ez ji mala xwe dernakevim, kerembikin bi serê min de xirab bikin” û deriyê malê ser xwe girt. Ekîbên xirakirinê, paşve gav avêtin û xirakirina malê rawestandin.

Nûçeyê bixwîne

Li Heskîfê gora neviyê Hz. Muhammed jî tê rûxandin!

Rêveberê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî Emîn Bulut bertek nîşanî rûxandina Keleya Derbxanê ya Heskîfê da û aşkera kir ku li Newala Sahê de gorên 366 sahabe, neviyê Hz. Muhammed û biraziyê Hz. Elî heye, piştrast kir ku ev êrîş di heman demê de li dijî baweriyan jî pêk tê.

Nûçeyê bixwîne

Zarokê 12 salî rastî îşkenceya bijîşk hat

Zarokê 12 salî G.K. ya ji derenceyan ket û rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dîcleyê, bi hinceta ji derziyê ditirse rastê îşkenceya bijişkan hat. Bêyî G.K. derman bikin ji nexweşxaneyê derxistin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo pereyan û kêfa mirovan bînin li hespan îşkenceyê dikin

Li Geliyê Îmrahorê patronên hespan ji bo pereyan qezenç bikin keyfa mirovan bînin, serê tûra 30 metreyan 10 TL distînin. Ji ber ku patronên rojê 80-90 tûran bi hespan didin avêtin, li ser pişta hespan birînên mezin çêbûne û li hespan îşkence tê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Êdî ronahî Nûriye bêzar dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nûriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça di roja 167’an de berdewam dike. Parêzera Gulmen û Ozakça Ayşegul Çagatay, diyar kir ku êdî rewşa tenduristiya muwekilên wê nebaş e û Nûriye ji ber tenduristiya xwe ji ronahiyê bêzar dibe. Bijîşkan jî diyar kirin ku dê camên bi perdeyên tarî çêkin.Çermê wê diweşe.

Nûçeyê bixwîne

Yekem car işkenceya Xirabê Bava ya 14 rojan vegot

Abdî Aykut ê li Gundê Xirabê Bava di 2'ê Adarê de hat girtin û di 17'ê Tebaxê de hat berdan, îşkenceya 14 rojan li wî û gundiyan hatiye kirin vegot. Aykut wiha got: "Di hewaya sar de em li pişt panzêrê girêdan û bi erdê re kişanin. Hêj ji ber îşkenceya li min hat kirin û şopa wê li ser bedena min heye nikarim li ser piyan rawestim.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 10 / 830