Rojane

Li 37 navçeyan dê ji bo girtiyan kart bên şandin

Di pêşengiya HDP'a Stenbolê de sibê saet di 14.00'an de li 37 navçeyan hem wext dê ji bo girtiyên siyasî kart bên şandin. Ji bo piştgiriyê bang hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê xwesteka parêzeran ‘cidî’ nedît

Di doza Ozgur Gundemê de ku 5 rojnameger dihatin darizandin, heyeta dadgehê xwesteka parêzeran a têkildarî sererastkirina berpirsyariya ceza ya gerînendeyên weşana giştî li dijî madeya 38’emîn a makezaogna bingehîn dît û xwestekê “cidî” nedît.

Nûçeyê bixwîne

Li Yildirim ê HDP’î ceza hat birîn

Bi îdiaya Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim "Heqaret li Serokomar kiriye" salek û du meh ceza lê hat birîn.

Nûçeyê bixwîne

Kurkçu: Ev meş negihêje Edîrneyê dê negihêje armanca xwe

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, aşkera kir ku heke "Meşa Edaletê" ji Kandirayê nebuhure û xwe negihîne Edîrneyê dê negihêje armanca xwe.

Nûçeyê bixwîne

Hevseroka KCD’ê Guven: Dixwazin demografiya heremê biguherînin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di komxebata li dijî xerakirina Sûrê de Plana Islahata Şerqê bibîr xist û diyar kir ku dixwazin demografiya bajarên heremê biguherînin.

Nûçeyê bixwîne

Di OHAL'ê de 25 welatî bi maşînê zirxî hatin kuştin

Li bajarên kurdan bi ragihandina Rewşa Awarte kuştina welatiyên sivîl êdî wekî bûyereke ji rêzêbe tê nişandan. Ji meha Tîrmehê û vir ve 25 sivîl bi wesayitên zirxî yên polîs û leşkeran hatin kuştin. Tenê di nava 4 rojan de li Licê 8 sivîl bi wesayitên zirxî hatin kuştin.

Nûçeyê bixwîne

PE ji Tirkiye xwest bi lezgîn rojnamegerên girtî berdin

Parlamentoya Ewropa (PE) bang li Tirkiye kir û xwest bi lezgîn rojnamgerên girtî serbest berdin.

Nûçeyê bixwîne

MYK'a HDP'ê: Ne dewleta hiqûqê, dewleta gugukê

MYK'a HDP'ê bertek nîşanî helwesta dadgehê da û destnîşan kir ku bi heva kirina dosyaya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a bi dosyaya Yazîn Boru re, hiqûq hatiye binpêkirin û ev tişt got: "Dê teqes di qada neteweyî û navneteweyî de, di warê hiqûqî de hesab bê pirsîn."

Nûçeyê bixwîne

Dozger xwest Kizilateş bê binçavkirin

Melîsa Saglam ji ber ku di Remezanê de etekê kin li xwe kiribû, rastî êrîşa Ercan Kızılateş hat. Dozger cara duyemîn biryara da ku Kizilateş bê binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bîlgen û Kaya yên HDP’î dê li Amedê bên darizandin

5'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, biryar da ku Berdevkê HDP’ê yê berê Ayhan Bîlgen û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya li Amedê bên darizandin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 199 / 830