Rojane

Wezareta Koçberan: 700 hezar welatiyên Misûlê koç kirin

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê, bi daxuyaniyekê bîlançoya hejmara penaberên ku ji rojavayê Mûsilê koçber bûne aşkere kir û diyar kirine ku 700 hezar welatî koç kirine.

Nûçeyê bixwîne

Felat: Emê di nêz de Reqqayê teslîmî gel bikin

Yek ji Fermandarên QSD'ê Rojda Felat, têkildarî "Cenga Mezin" a li dijî DAİŞ'ê li Reqqayê dane destpêkirin diyar kir ku ew dê di demek nêzîk de Reqqa ji destê DAÎŞ'ê rizgar bikin û teslîmî gelên Reqqayê bikin. Rojda, êrîşên Rejîma Sûriye yên hewayî jî rexne kir.

Nûçeyê bixwîne

Xwendekarekî Zanîngeha Enqereyê hat girtin

Xwendekarê Zanîngeha Enqereyê Mehmet Karadaşoglu bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê.

Nûçeyê bixwîne

Serokê CHP'ê yê berê Oymen: Divê em di aliyê hevpar de bibin yek

Serokê Giştî yê CHP’ê Altan Oymen, helwesta CHP’ê ya têkildarî destnedayîna parlamenteran rexne kir û got: "Diviya bû ku CHPê zanîbûya ku dê ev yek bi nêta xerab bê bikaranîn. Ev şaşiyek mezin e. Lê divê em ne li ser şaşiyan, li ser aliyên hevpar bibin yek.

Nûçeyê bixwîne

Meşa Edaletê di roja 7'emîn de ye

Meşa Edaletê ya ku 7 roj e berdewam dike, malbatên Somayê yên ku gelek xizmên xwe wan di kana komirê de winda kirin, malbatên kesên ji doza Balyozê tên darizandin, ji navçe û bajaran bi piştgiriya hezaran kesî dewam dike.

Nûçeyê bixwîne

'Mêraniya ku tê sorkirin êrîşên zayendî zêde dike'

Pispora Xizmetên Civakî Belgîn Işik, aşkera kir ku di salên dawî de pergala serdestiyê ya mêr xwe ji nû ve ava dike, bi cudahiya cînsî re derdixe holê, biryarên bêcezabûnê yên der barê êrîşên zayendî de, her ku diçe êrîşa zayendî ya li dijî jin û zarokan zêde dike û wiha got: "Mêraniya ku tê sorkirin, êrîşên zayendî zêde dike."

Nûçeyê bixwîne

Qoserî: Ji peykerên zarokên me jî ditirsin

Qoseriyan bertek nîşanî rakirina peykerê Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hatibû kuştin da û wiha gotin: “Dema rakirin ji gel nepirsîn. Ev peykerekî aştiyê bû. Ji peykerên zarokên me jî ditirsin."

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Dîlokê pêkanînên 'taybet'

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, girtî 24 saetan rastî çewisandinan tên û pîvanên leşkerî li wan tên ferzkirin. Rastî mudaxileyên dijwar ên gardiyan û leşkeran tên.

Nûçeyê bixwîne

Balafirgeha Şerafettîn Elçî zîvirandin balafirgeha leşkerî

Li nêzî Balafirgeha Şerafettîn Elçî, xebatên înşaete tên kirin. Çavkaniyên herêmî, diyar kirin ku xebatên ji bo pista firînê ya balafirên şer hatine destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li sînorê Kilîs û Karkamişê wesayîtên bê plake cirîdan davêjin

Li xeta sînor a Kilîs û Karkamişê ku di bin venêrîna TSK'ê de ye û li navenda bajêr gelek wesayîtên bêplake digerin û ji ber vê gel diqilqile.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 200 / 830