Rojane

'Bi şewatê dixwazin cezayê topyekum pêk bînin’

Aktivîstên Ekolojîst têkildarî şewata li herêmê ku dom dike axivîn û diyar kirin ku bi şewatê dixwazin cezayê topyekun pêk bînin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî xwest dimildest mudaxileyê şewatê bikin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê birin Pîranê agahî jê nayê girtin

Denîz Ozdemîr ê ku leşkeran got 'îfadeya te heye' ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtin û birin navçeya Pîranê agahî jê nayê girtin. Malbata Ozdemîr, diyar kirin ku ew agahî ji kurê xwe nagirin û bi fikar in.

Nûçeyê bixwîne

Zagonên ‘Îmraliyê' li her derê belav dikin

Fermana Wezareta Dadê ya "Qedexekirina peywira parastinê ya parêzeran" a berê li Grava Îmraliyê di meriyetê de bû, niha li girtîgehên din jî belav dikin. Ev qedexeya ku berê gelek caran li ser parêzerên Ocalan pêk anîn, niha dixwazin li girtîgehên din belav bikin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta niha 678 caran serlêdan kirin û serlêdan hatin redkirin.

Nûçeyê bixwîne

Kurd li Edene di bin dorpêç û gefên polisan de dijîn

Li Tirkiye piştî OHAL hat ilankirin zextên keyfî û binpêkirina mafan zêde bû. Li taxên kurdan ên Edeneyê polîs bi keyfî mirovan radiwestîne û wan bêzar dike. Di bin navê "Operasyonên aramiyê" de îşkence li mirovan dikin û tundî zêde kirine. Welatiyan diyar kirin ku polîs di saetên şevê de tên li taxên wan digerin û gefa "Hûn terorîst in. Dor dê bê we jî" li wan dixwin û keyfî nasnameyên wan di GBT'ê de derbas dikin.

Nûçeyê bixwîne

Karkera komkujiya Pirsûsê şermezar kir ji kar hat avêtin

Karkera di şîrketa taybet a xizemta cîhazên POS dike de dixebetî Nesîbe Karakaya, bi hinceta komkujî şermezar kiriye, di 2'emin salvegera Komkiya Pirsûsê de ji kar hat dûrxistin

Nûçeyê bixwîne

'Dixwazin bi cilên yek rengî girtiyan bê nasname bihêlin'

Tuna Atalay ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an hat girtin û li dijî polîtîkaya cilên yek rengî di ber xwe da, bal kişand ser polîtîkayên niha ku dîsa dixwazin cilên yek reng li ser girtiyan ferz bikin û wiha got: "Îktîdara siyasî ya îro polîtîkayên serdema 12'ê Îlonê bi rêbazek din dixe meriyetê û girtiyên siyasî bê nasname bihêle. Girtiyan di serdema cuntaya leşkerî de di ber xwe dan, niha jî dê di ber xwe bidin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Kişanak û Tuncel banga piştgiriyê

Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a berê dê di 15'ê Tebaxê de bê dîtin. Endama Înîsiyatifa Tekşîna Jinan Nayê Darizandin Nimet Tanrikulu, bang li her kesî kir ku tev li rûniştina doza Kişanak û Tuncel bibin.

Nûçeyê bixwîne

Malbata 571 rojin cenazeyê xwe negirtine: Berxwedana me dê bidnome

Malbata Hakan Arslan ê li navçeya Sûrê di şerê 104 rojan berdewam kir de jiyana xwe ji dest da û li nava Sûrê hat definkirin, 20 mehin li pey cenaze ne. Malbata Arslan 571 rojin serî li dozgeriyê daye, lê hêj cenazeyê kurê xwe wernegirtine. Malbata Arslan banga piştevaniyê kir û wiha got: "Heta ku em li Sûrê cenazeyê xwe yê dawî bigirin têkoşîna me dê bitome."

Nûçeyê bixwîne

QSD'ê 2 taxên din ji destê DAIŞ'ê rizgar kir

Pêngava Rizgarkirina Reqqayê bi pêşketinên nû dewam dike. Şervanên QSD`ê piştî şereke giran, taxên Mehdî û El-Refqa yên li rojhilatê Reqayê, ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şer de 17 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Nûçeyê bixwîne

Ekolojîstler: Îktidar ji bo stratejiya hebûna xwe daristanan dişewetîne

Li herêma Kurdistanê hefteyek e daristan tê şewitandin. Têkildarî şewata daristanan Komeleya Ekolojiya Amedê, diyar kir ku îktidar ji bo hebûna xwe serî li vê stratejiyê dide.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 35 / 830