Rojane

Girtîgeh xwarina Ayşeya 1 salî û Çinarê 2 salî nadin wan

Pitika yeksalî Ayşe Tûtak û zaroka 2 salî Çinar Yigit tevî dayikên xwe li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarûsê dimînin. Ji ber rûtûbeta li girtîgehê birîn di canê pitikan de derketiye û ji roja ku hatine Tarûsês heta niha ji ber ku îdareya girtîgehê pêdiviyên wan ên zexîreyî red kirine ranakevin.

Nûçeyê bixwîne

Leşker ji gundiyan re: Çima hûn tên gund?

Hat diyarkirin ku leşkerên ku di dema operasyonê de bi ser malên Mezrika Aliyeyê ya Licê de girtin ji gundiyan re wiha gotine: "PKK'yî nan ji we dixwazin an na?, Ji bo çi hûn tên gund?"

Nûçeyê bixwîne

'Dersim û Şirnex bi zanebûnî tên şewitandin'

Şewatên li Dersim û Şirnexê didomin. Bi tu awayî rayedar mudaxileyî van şewatan nakin. Ekolojîst Sergen Sucu bertek nîşanî vê yekê da û got ku, ev şewat bi zanebûnî tên derxistin û bizanebûnî mudaxlieyî wan nayên kirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî jî, anî ziman ku li herêmên wek Herêma Ewlehiya Taybet hatine îlankirin bi awayekî cidî binpêkirinên mafan xwe didin der û divê demildest mudaxileyî şewatan bê kirin.

Nûçeyê bixwîne

'Rê li pêş serlêdanên televîzyonan a DMME'ê digirin'

Televîzyonên ku bi KHK'yan hatin girtin nikarin serî li komîsyona OHAL'ê bidin. Rêveberên Hayatin Sesi û TV10'ê ev yek rexne kirin û destnîşan kirin ku ev sepandin du standardî ye. Derhênerê Weşana Giştî yê TV10'ê Turabi Kişin, diyar kir ji bo rê li ber pêvajoya DMME'yê bê girtin, serîlêdanên ji bo komîsyona OHAL'ê tên astengkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo bişavtinê hevkariya AKP, TUGVA û Huda-Parê

Piştî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn û Şirnexê hatin kirin, saziyên çand û ziman dewrî kesên nêzî AKP, TUGVA û Huda-Parê hatin kirin. Bi vê yekê re der barê kurdan de çi hebe ji holê tên rakirin.

Nûçeyê bixwîne

'Îro jî dijberî cilên yek rengî dê di ber xwe bidin'

Endamê Desteya Rêvebir a Hewldana 78'an Zekeriya Demîrtaş yê dema di sala 1983'yan de li girtîgehên Tirkiyeyê cilên yek rengî li girtiyan hatin ferzkirin girtî bû wiha got: "Girtiyan wê demê di ber xwe dan dê niha jî di ber xwe bidin."

Nûçeyê bixwîne

Serhad Raşa: Divê hunermend xwe li bêdengiyê daneynin

Muzîkjen Serhad Raşa ku ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ji bo hefteyekê ket greva birçîbûnê wiha got: "Li vî welatî 150 hezar mirov ji karê xwe bûn. Hunermend nikarin li hemberî vê xwe li bêdengiyê deyînin."

Nûçeyê bixwîne

Agir bi daristana Liceyê ket

Li daristana rojhilatê Lîcê di encama topbarana leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Lîcê de agir bi daristanê ket. Şewata ku saetek berê derket belav dibe. Şewat ji lîcê ve xuya dibe.

Nûçeyê bixwîne

Li Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin

Li navçeya Şahînbey a Dîlokê di serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Rêya rizgariyê xwedîderketina Ocalan e'

Di hevdîtina gel û DBP'ê de Edeneyê de, ji ber ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan hat binçavkirin, tev li civînê nebû. Di civînê de Endamê MYK'ê yê DBP'ê Zekî Baran, diyar kir ku riya rizgarî û azadiyê bi xwedîderketina li Ocalan ve girêdayî ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 38 / 830