Rojane

Li Sûrê bawerî û netewên cuda jî tên tunekirin

Rêbêrê Rûhanî yê Dêra Protestan ê Amedê Ahmet Gorener hilweşandina Sûrê rexne kir û wiha got: “Bi dîrokê re bawerî jî tê tunekirin. Ev pêkanîn û polîtîkaya hilweşandinê, pişaftin û talankirinê ya çar pênc salan nîne. Bi salane em bi cudakariya ol û netewan re rû bi rû ne.”

Nûçeyê bixwîne

Sîlîvrî ji îhlalan derbas nabe

Girtiyên girtîgeha Hêjmar 9 a Sîlîvrî, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehê kirin rapor. Girtiyan diyar kirin ku ji êrîşên fîzîkî heta astengiyên ragihandin, name, telefon pirtûk û ziyaretan îhlal li ser îhlalê pêk tê û ji îhlalan nikarin tev bigerin.

Nûçeyê bixwîne

‘Hikûmet xwendekarên Sûriyeyî dişînin Lîseyê Îmam Hatîpê'

Serokê Şaxa Egîtîm Sen'e ya Denîzliyê Mehmet Dede, diyar kir ku hikûmet xwendekarên Sûriyeyî ku ji ber şer hatine Tirkiye wan di lîseyen Îmam Hatîpê de bi cih dikin.

Nûçeyê bixwîne

Îktîdar lîstika talûke dilîze'

Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneye Prz. Tugay Bek, bertek nîşanî pêşniyara Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "cilên yek reng" da û wiha got: "Îktîdar bi van zextên li dijî girtiyan ên cilên yek reng û yek tîp lîstikên talûke dilîze. Ev jî cureyekî îşkenceyê ye û nayê qebûlkirin."

Nûçeyê bixwîne

Wekilê HDP'ê Bîlgen yekem car derdikeve pêşberî dadgehê

Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen, ku dozger 25.5 sal cezayê girtîgehê jê dixwaze piştî 7 mehan yekem car derdikeve pêşberî dadgehê.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûmê karta ku Wezîr daye nas nekir

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku hemû kartên rêwitiya otobusan a bê pere were betalkirin. Li ser vê biryara Qeyûmê kartên astengdaran ên ji Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê dabûn jî hatin betalkirin.

Nûçeyê bixwîne

17 mehin îdîanameya wan qebûl nabe

6 siyasetmedarê kurd ku 17 meh berê li Êlihe hatin girtin, tevî ku dozger 4 caran der barê wan de îdîaname amade kir jî heyeta dadgehê bi sedema "Nava wê vala ye" îdîanameyan qebûl nake. Siyasetmedarê kurd Şukru Aslan, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku ev rastiya daraza tirk nîşan dide.

Nûçeyê bixwîne

Leşkeran gundî gulebaran kirin

Li Gundê Kanîbuşkulê yê navçeya Hazro yê Amedê cerdevanên ku parastina maşineyên daristan dibirîn dikir rastî êrîşa çekdarî hat. Piştî cerdevan rastî êrîşa çekdarî hatin û 3 cerdevan birîndar bûn, Leşkeran li ser gundiyan gule barandin

Nûçeyê bixwîne

Hevseroka HDP’ê Kemalbay: Ên zilmê bikin dê ziyan bibin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay êrîşa polisan a li diji şerê şermezar kir û diyar kir ku yên zilmê bikin dê ziyan bibin u wiha got: "Em de tewez bi ser bikevin. Heta em bigejin armanca xwe eme tebikoşin.

Nûçeyê bixwîne

Mafê ziyareta Gulmen û Ozakça 5 saet kêm kirin

Rayedarên Girtîgeha Sîncanê mafê hevdîtina parêzeran a bi Nuriye Gulmen û Semih Ozakça re 5 saet kêm kirin û ji 7 saetan daxistin 2 saetan. Gulmen û Ozakça, diyar kirin ku ew di bin tecrîda giran dene.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 56 / 830