Jin bi lêdanê sewq kirin
6 girityên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê rastî îşkenceya gardiyanan hatin, 3 roj berê sewqî girtîgehên din kirin.
Nûçeyê bixwîne6 girityên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê rastî îşkenceya gardiyanan hatin, 3 roj berê sewqî girtîgehên din kirin.
Nûçeyê bixwîneHemleya rizgarkirina Reqa di roja 78`an de bi hemû hêza xwe didome. Di şerê li taxan de 41 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Nûçeyê bixwîneLi ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Deniz Kaya, têklidarî zextên li ser girtiyan û berxwedana girtiyan daxuyanî da. Kaya diyar kir ku dema berxwedan tê gotin tenê rojiya mirinê û gireva birçîbûnê nayê aqilê wan û wiha got: "Em cilên yek rengi qebûl nakin. Em dê biqetînin û bavêjin. Ev jî çalakî ye."
Nûçeyê bixwîneNavend û navçeya Pulur ya Dersimê polîsan di ser malan de girtin û 6 kes binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneLi navçeya Xîzanê bi hinceta 'Dê bi qaymeqam re civîn bê giritn' ji 3 gundan bangî welatiyan kirin, 14 kes hatin binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneJi Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê di nav de Hevserokê Rêxistina HDP’a Sêrtê Abdullah Çetîn jî heye 37 girtî sirgûnî Panos û Gumuşhaneyê kirin.
Nûçeyê bixwîneGulsum Elvan a polîsan destê wê şikand û keça wê Ozge Elvan ên di çalakiya piştgiriya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça de polîsan îşkence li wan kir, der barê polîsan de gilî kir û xwest polîs bên cezakirin.
Nûçeyê bixwîneYek jî biyologê herî girîng ê Tirkiyeyê Prof. Dr. Alî Demîrsoy, bertek nîşanî rûxandina Heskîfê ya bi dînamîtan da û ev wekî "Xeletiyeke mezin" pênase kir. Demîrsoy got ku "We ew der nedîtibe, heke hûn ji hunerê fêm nekin, wêne û peykerê guneh bihesibînin, hûnê Heskîfê ji çavan derxin, ez gelekî xemgîn im" û diltengiya xwe ya li dijî rûxandina Heskîfê anî ziman.
Nûçeyê bixwîneXerakirina malên li Sûrê berdewam dike. Li dijî vê yekê nerazîbûn didomin. Yek ji şêniyên Sûrê zarokê 11 salî Abdulkadir Geylanî Gunduz, xwest mal û kolanên wan ên Sûrê xera nebin û got: "Ez naxwazim mala me xera bibe. Ez dê li dijî xerakirina Sûrê di ber xwe bidim"
Nûçeyê bixwîneDi dîmenên kameraya polîsan de derket holê ku polisên li Manîsa bi ser malekê de girtin, di lêgerîna malê de zêrên malê û 400 TL pereyên malê dizîn. Piştî endama malê B.T polîsê diz ku di kamerayên polîsan de jî hat qeydkirin ferq kir û der barê polîs de doz vekirin, dozger bi daxwaza 10 sal cezayê girtîgehê doz vekir. Polîsê ku zêr û pereyê malbatê dizîn piştî lêpirsînê 2 rojan di bin çavan de ma, li dadgehê serbest hat berdan û ji peywirê girtin. Doz didome.
Nûçeyê bixwîne