Jin

Emîne Altekîn a winda hat dîtin

Emîne Altekîn a 25 salî ku di roja cejnê de winda bû, li Aydinê hat dîtin.

Nûçeyê bixwîne

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo danişîna Yuksekdagê bang li jinan kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo danişîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê banga tevlîbûnê li jinan kir û wiha daxuyand: “Ev sekn, sekna jinek birûmet e ku li hemberî êrîşên nefretî serî netewandiye."

Nûçeyê bixwîne

Ji bêhestiyariya tundiya li ser jinan pêkanînên sosret

Hunermenda wêneyan Sujatro Ghosh, der barê Hindistana her ji 15 deqeyan de jinek rastî êrîşa zayendî tê û jin bi armanca şermezarkirinê rûpoşên çêlekan datînin ber rûyê xwe, bi pirsa "Gelo çêlek ji jinan binirxtirin?" projeyan weneyan xist jiyanê. Proje di demek kin de li welat belav û di heman demê de bû hedefa netewperestan.

Nûçeyê bixwîne

Şoreşgera xwedî vînek mezin li Reqqayê ye

Jina bi navê Kimmie Taylor ji Îngiltereyê hatiye Rojava, dibêje ku "Ez gelek tişt li vir hînbûm" û hêstên xwe wiha vebidêje: "Êdî ez dikarim ji xwe re bêjim şoreşger. Vîna min mezin e. Min jiyan fêm kir. Êdî ez dikarim ji xwe re bêjin YPJ'yî."

Nûçeyê bixwîne

'Li hember jinên kurd darbeyê pêk tînin'

Li Amedê di 14'ê Hezîranê de, aktîvîstên TJA'yê piştî binçavkirinê, hatibûn girtin. Jinan bal kişand ser girtinên jinan û wiha gotin: "Dewlet jî baş dizane ger jinan asteng bike, dê civakê jî hezm bike. Ji ber vê yekê derbeya destpêkê li Amedê, li jinên kurd xist."

Nûçeyê bixwîne

Jinên karker: Di bêhnvedanê de nahêlin bêhna xwe bidin

Jinên ku li Deşta Edremîtê li nav erdan dixebitin, tim bi çewisandinên çawîş an jî xwediyên erdan re rû bi rû dimînin. Jinan got ku, ew ê li hemberî vê sefaleta ku mehkûmî wê hatine kirin tim bitêkoşin.

Nûçeyê bixwîne

Komên Fuhûşê li AFAD'ê kamp ava kir

Jinên ku tevî malbatên xwe ji şerê li Sûriyê reviyan û hatin li kampên Elbeylî û İslahiyeyê bi cih bûn ketin nava tora fuhûşê. Hat diyarkirin ku ev fuhûş wek çerxekê tê dubarekirin. Hat ragihandin ku jinên ku di bin navê "Zewicandin" û "xebata li nav erdan" ji kampan tên derxistin, ji aliyê çeteyên fuhûşê ve li qeraxên otobanan û pavyonan tên xebitandin.

Nûçeyê bixwîne

Bi keda destan debara xwe dikin

Li Mêrsînê gelek jin bi xişr, toqe û stûmalên ku bi destan çêdikin û disêwirînin debara xwe dikin. Hayriye Keser wiha got: "Bi saya vî karî hîn bûm ku divê meriv li ber kesî serê xwe netewîne û dest veneke."

Nûçeyê bixwîne

Polîsan daxwaza serlêdana jina parastin xwest red kir

Polîsan daxwaza jina ku rastî tundiya hevserê xwe hat û ji qereqolê parastin xwest red kir. Polîsan serlêdana jina Îranî D.M. bi hinceta "raporên te kêm in" red kir. M.D., hefteyek e rastî tundî û gefên hevserê xwe tê û jiyana wê di talûkeyê de ye.

Nûçeyê bixwîne

Jinên karker: Çi dibe bila bibe divê jin li ber xwe bidin

Karkerên demsalî yên jin ku li nav zeviyan keda wan tê xwarin wiha gotin: "Xwediyên erdan her cure zilmê li me dikin, lê belê çi dibe bila bibe divê jin li ber xwe bidin. Bila li dijî feraseta mêrî bitêkoşin. Li vî welatê ku her roj jin lê tên kuştin divê em jî wisa bitêkoşin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 10 / 51