Jin

Zêrê bukaniyê firotin û kargeh vekir

Emîne Ozek a 47 salî ku li Silopiyayê zêrên bukaniya xwe firotin û kargeha şîraniyê vekir, diyar kir ku divê çavê meriv ne li destê mêr be, çavê mêr li destê jinê be.

Nûçeyê bixwîne

Jinên Ereb yekemîn tabûra xwe ava kirin

Jinên Ereb yekemîn tabûra xwe ya di bin sîwana QSD`ê de li herêma Dêrezorê bi navê ”Tabûra Şehîd Amara ya Jinên Ereb” ava kirin.

Nûçeyê bixwîne

'Daraz, medya û siyaset jî kiryar in'

Jinan bertek nîşanî qetilkirina jinan koçber a ducanî ku li Sakaryayê bi awayekî hovane hat qetilkirin da. Jinan eşkere kirin ku ev wehşet bi destê dewletê pêk hatiye û huqûqnas, medya û siyasetmedar jî kiryarmm vê hovîtiyê ne û wiha gotin: “Ev şideteke pergaliyî ye.”

Nûçeyê bixwîne

Îdîaya 'Bi 6 guleyan xwe kuşt'

Li navçeya Elbakê jina 46 salî Cemile Îlhan bi awayekî şik hat kuştin. Hat îdîakirin ku Îlhan bi 6 guleyan xwe kuştiye.

Nûçeyê bixwîne

Zilam hevjîna xwe kuşt

Li Akhîsarê ya Manîsayê Yavuz D. hevjîna xwe Arzu Zorba ya 35 salî, kuşt.

Nûçeyê bixwîne

Jinên Kurd: Yekîtî dê me bi ser bixe

Heyetên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî civîna amadekar a 3'emîn Konferansa Jinê ya Neteweyî bûn, gotarên xwe parve kirin. Jinan diyarkirin ku ger bibin yek dê bi ser bikevin.

Nûçeyê bixwîne

Jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî civiyan

Jinên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, ji bo amadekariyên 3'enîn Konferansa Jinan a Neteweyî li bajarê Silêmanî civiyan.

Nûçeyê bixwîne

Jin bi daxwaza hevpar a Edaletê ketin rê

Jin, ji destpêka Meşa Edaletê heta niha di meşê de cihê xwe digirin. Jin di meşê de daxwazên xwe yên Edaletê tînin ziman û meşa xwe didomînin. Jin hem ji bo hemû zarok û jinên rastî neheqî û zilmê tên, hem jî ji bo Nuriye Gulmen û Figen Yuksekdag dimeşin.

Nûçeyê bixwîne

Di hezîranê de 35 jin hatin kuştin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin daxuyand ku di meha hezîranê de 35 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Li gorî raporê jinên hatine kuştin ji sedî 43 temenê wan ji 25 salî biçûktirin.

Nûçeyê bixwîne

Jinên îstîsmara mêr şermezar kirin: Em serî netewînin

Jinên îstismar, tacîz û tundiya mêr şermezar kirin, diyar kirin ku îstismar û tacîza mêr her qadê jiyanê tev li hev dike û diherimîne destnîşan kirin ku ew dê ji înadê re kolanan terk nekin û wiha gotin: "Em bêtir derkevin kolanan û bêtir seri rakin. Em serê xwe xwar nekin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 8 / 51