Jin

TJA: Tu gef nikare vîna jina azad têk bibe

TJA der barê tacîz, îşkence û binpêkirinên mafên mirovan, ên li dijî girtiyên jin diyar kir ku tu gef nikare vîna jina azad têk bibe.

Nûçeyê bixwîne

Di serdema OHAL'ê de 372 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin, aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de, ji 20'ê Tîrmeha 2016'an heta Hezîrana 2017'an, bi giştî 372 jin hatine qetilkirin.

Nûçeyê bixwîne

'Bila êdî kujerê keça min bê cezakirin'

Dayika Dîlek Ozîster a Nîhat Ozîster ew kuştibû Ayten Ozîster, ji bo danişîna doza di 21'ê Tîrmehê de bê dîtin û kujer bê darizandin banga tevlîbûnê kir. Ozîster xwest êdî doza 3 salin didome bi encam bibe û wiha got: "Êdî naxwazim careke din kujerê keça xwe li eywanên dadgehan bibînim."

Nûçeyê bixwîne

‘Zewac ne çareserî ye’

Jina bi navê Armagan Akçaboga ku 2 caran zewicî ye, her du caran jî şidet dîtiye. Akçaboga bi motorsîkletê çay, av, qehwe û dendikan difiroşe û debara xwe dike. Akçaboga ji bo jinên têdikoşin got ku “Zewac ne çareserî ye" û ew hişyar kirin.

Nûçeyê bixwîne

Yekane jina ku xelata 'Fîeldsê' wergirt, jiyana xwe ji dest da

Yekane jina ku xelata matamatîkê ya Madalyona Fîeldsê girtiye Maryam Mîrzakhanî ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Jinên li zeviyan dixebitin: Xebat me bi hêz dike

Karkerên demsalî yên jin ku rojê 12 saetan di germa havînê de li zeviyan dixebitin, bi heqê erzan û di şertên giran de dixebitin. Jinan, diyar kirin ku li gel her tiştî bi xebat û kedê bêtir bi hêz dibin. Jinan anin ziman ku dê li xweza, ked û ava xwe xwedî derkevin.

Nûçeyê bixwîne

'Em ê li her derê mafê zarokan biparêzin'

Li Îzmîrê mamosteyekî tecawizê 6 xwendekar kiribû û mamosteya bi navê Saadet Ozkan ev hovîtî derxist holê û tecawizkar 82 sal û 6 meh cezayê girtîgehê xwar. Ozkan da zanîn ku li ku canê xwendekrekê/î biêşe û êrîşeke zayendî pêk were, ew dê li wir bin û mafên zarokên xwe biparêzin.

Nûçeyê bixwîne

Dê di OHAL’ê de jin bêdeng neminin

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya, di salvegera hewldana darbeyê de, bal kişand ser pêkutî û bêmafiyên di serdema OHAL’ê de li dijî rojnamegerên jin derketine pêş û diyar kir ku dê di OHAL’ê de jin bêdeng nemînin.

Nûçeyê bixwîne

Şûjin: Em ê li hemberî îstismarê bêdeng nemînin

Gazete Şûjin ku ji ber bûyerên îstismara zayendî derdixîne holê tim dibe hedefa tehdîdan, daxuyand ku ew ê li hemberî gefan tu carî serî netewîne. Nûçegihana ajansê Şehrîban Aslan, got ku ew ê li hemberî îstismarên zayendî bêdeng nemînin û tim bûyerên bi vî awayî teşhîr bikin.

Nûçeyê bixwîne

Mizgîna Êlihî bû şampiyona cîhanê

Mizgîn Ay a 17 salî ku ji Êlihê ye di Şampiyona Atlêtîzma Stêrkên Cîhanê de bû yekemîn.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 7 / 51