Rojane

Nobeta Qada Gundogdu di roja 4’emîn de ye

Nobeta Wijdcan û Edaletê ya HDP’ê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê di roja 4’emîn didome. Wekîlên di nobetê de bi werzîş û paqijiya derdorê dest bi rojê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Şanogerê îxrac bûye: Ji nan bêtir pêdiviya me bi edaletê heye

Şanoger Cem Baza yê ku ji Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat îxrackirin wiha bertek nîşanî îxrackirina da: “Dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê belê pêdiviya me ji nan bêtir bi edaletê heye.”

Nûçeyê bixwîne

Foza Yûsif: Em dixwazin dewleta ku bûye bela serê gelan demokratîk bikin

Hevseroka Federasyona Demokratîk a Sûriyeya Bakur Foza Yûsif wiha got: "Em tu dewletan ava nakin. Em dixwazin netew-dewleta ku îflas kiriye û bûye bela serê gelên Sûriyeyê demokratîk bikin. Pergala federasyonê ne perçebûn e, berevajî vê yekîtiyeke ji dil û lihevhatin e."

Nûçeyê bixwîne

Stenbolê deng da Sûrê

Endamê Platforma Piştgiriya ji bo Sûrê Denîz Ozgur, aşkera kir ku kampanyaya îmzeyan a ji bo Sûrê hatiye destpêkirin, li Stenbolê deng vedaye. Ozgur bang li welatiyên rojavayî jî kir û xwest piştgiriyê bidin kampanyayê.

Nûçeyê bixwîne

Karê qeyûman di rêde naçe: 5 serokên daîreyan ji kar derxistin

Qeyûm Cumali Atilla ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin û AKP li hev nakin. Qeyûm dawî li peywira 5 serokên daîreyan ku di pêvajoyên îhaleyê de çalak bûn anî.

Nûçeyê bixwîne

'Li Tirkiyeyê êdî sendîka tayînê dikin'

Egîtîm Bîr Sen der barê namzetên ku dê têkevin mulaqatê dosyeya deqkirinê ji Gerînendetiya Perwerdehiya Neteweyî ya Hezroyê re şandibû. Hevserokê Şaxa 2'yemîn a Egîtîm-Sen'ê ya Amedê Recep Şimşek der barê vê rewşê de bertek nîşan da û got: "Li Tirkiyeyê êdî sendîka tayînan dikin."

Nûçeyê bixwîne

Salek û 8 meh û 21 roj in Sûr 'qedexe' ye

Salek û 8 meh û 21 roj derbas bû, lê hêj jî ketina 6 taxên Sûrê qedexe ye. Heta niha ji 3 parên navçeyê yek jê hatiye rûxandin û avahiyên ku tên çêkirin jî şopên berdewamiya polîtîkayên yekparêz di xwe de dihebînin.

Nûçeyê bixwîne

Dersimî dijberî şewata daristanan yekîneyan ava dikin

Di şewata li Dersim û 5 navçeyên wê ku ji ber top û hewanên leşkeran derketibû û 15 rojan domandibû de qadeke daristaniyî ya 550 hektarî bû xwelî. Kesên di tefandina şewatê de ked dan, biryardan ku ji bo parastina xwezaya Dersimê yekineyên şewatê yên sivîl çêbikin.

Nûçeyê bixwîne

Sepandina 'kincên yek rengî' nayê qebûlkirin

Welatiyên di dema darbeya 12'ê Îlonê de hatin girtin der barê sepandina "kincên yek rengî" de axivîn. Welatiyan dest nîşan kir ku dê îktîdar tu encamê ji vê sepandinê negir e.

Nûçeyê bixwîne

Li Hatay û Dersimê pevçûn: Leşkerek mir

Li Çiyayên Amanosê di navbera HPG'î û leşkeran de pevçûn derket. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de leşker mir û 4 leşker jî birîndar bûne. Her wiha hat zanîn ku li Xozatê jî pevçûn derketiye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 21 / 830