Rojane

Baranê şewata li Dersimê tefand

Bi mudaxilekirina gel û baranê şewata daristanên li Dersim û navçeyên wê ku zêdeyî 10 rojan e didome tefiya.

Nûçeyê bixwîne

Li Wanê girtin û binçavkirina siyasetmedaran didome

Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Serayê Tuncer Kalkali û endamê Meclîsa Şaredariya yê Serayê Siddik Akin hatin binçavkirin. Rêveberê HDP’a Ebexê Abdulgaffar Atabay jî hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji Heskifê bang: Li şûna dewlet dîrokê ronî bike tarî deke

Heyeta ji parêzerên baroyên Amed û Êlihê pêk dihat, piştî dîmenên hilweşîna şikeftên dîrokî yên Heskifê di medya de belav bûn hatin Heskîfê û lekolîn kirin. Parêzeran ji Heskifê bang kirin û xwestin dîroka Heskifa 12 hezar salan nekin qurbana bendava 50 salî. Ozmen, helwesta dewletê jî rexne kir û anî ziman ku li şûna dewlet dîrokê ronî bike tarî dike.

Nûçeyê bixwîne

Rapor nedan Bayrak ê li Îzmirê rastî lêdanê hat

Parazvanê Mafên Mirovan Deniz Bayrak ê di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ya Îzmirê de rasti lêdana polîsan hat, dema çû nexweşxaneyê, bi hinceta îfade nedaye polîsan nekarîbû rapora lêdanê bigire.

Nûçeyê bixwîne

Rêya Wan-Colemêrgê hat girtin

Rêya bejahî ya Wan û Colemêrgê ji ber lehiyê ji hantin û çûyînê re hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rapora erdhejê ya TMMOB'ê: 470 qadên îskanê daxistdin 77’an

Koordînasyona Bajar a Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Stenbolê bi minasebeta salvegera erdheja Marmara rapor bi raya giştî re parvekir. TMMOB'ê diyar kir ku 470 Qadên Îskana Demborî yên li Stenbolê daxistine 77’an û li qadên hatin girtin AVM hatine avakirin.

Nûçeyê bixwîne

Çerkezan piştgirî da nobeta HDP'ê

Çerkezên ku piştgirî dan Nobeta Wijdan û Edalê, bal kişandan ser rejîmên êrîşkar ên heya roja îro û wiha gotin: “Divê dewlet ji Kurdan, Ermeniyan, Çerkezan, Elewiyan û hemû baweriyan lêborînê bixwaze.”

Nûçeyê bixwîne

Rûniştina 13 rojnamegeran dest pê kir

Rûniştina doza Murat Aksoy û Atilla Taş jî di navde 13 rojnamegeranên girtî tên darizandin, li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Rojnamegeran dest pê kir.

Nûçeyê bixwîne

Rojname hatin qedexwe kirin

Li Beşa T2 a Osmaniyê bi hinceta “moral û motîvesyona” girtiyan bilind dike, rejnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Evrensel û weşanên muxalîf hatin qedexe kirin.

Nûçeyê bixwîne

Çalakiya Yukselê di roja 281'an de berdewam kir

Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" a Kolana Yukselê di roja 281'an de berdewam kir. Polîsan dîsa destûr neda û mudaxale kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 26 / 830