Rojane

Penaber di xaniyên xirab de li ber xwe didin

Penaberên Sûriyeyî yên li Edeneyê ji neçarî bi buhayê zêde di malên bi ritûbet û tavê nabînin de dimînin. Penaber li dijî nexweşiyan têdikoşin.

Nûçeyê bixwîne

Du Gundogduyê cuda, lê rastiyek: Wijdan û Edalet

Bi Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê re Qada Gundogdûyê bû du beş. Di nav qada mezin de HDP'î hene û nîqaşên civakiyî û siyasî dikin, li hêla din jî kesên hay ji çalakiyê tune ne bi awayekî heyirîmayî dinihêrin.

Nûçeyê bixwîne

Dayika girtî vegot: Pêşî îşkence paşê odeya bi sînger

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê destên girtiyên di hucreyan de li pişt wan kelemçe dikin îşkencê li wan dikin û taliyê jî wan dixin odeyên bi sînger.

Nûçeyê bixwîne

Parêzerê qeyûm parastineke dûrî aqilan kir!

Parêzer Firat Bakiroglû ku ji aliyê qeyûmê Şaredariya Farqînê ve hat peywirdarkirin, li gel belge û delîlan jî di doza kesên ku ji kar hatine avêtin de, îdia kir ku ev kes bi tu awayî di şaredariyê de nexebitîne.

Nûçeyê bixwîne

'Pitika 6 mehî tazî di X-Rayê re derbas kirin'

Remziye Baskak a ducanî ku ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tehliye bû diyar kir ku her çi qas ew bi zorê dimeşiya jî, bi awayekî kelepçekirî ew birine revîrê û wiha got: "Hefteyek berê girtiyek anîn girtîgehê. Pitika wê tazî kirin û di X-Rayê re derbas kirin."

Nûçeyê bixwîne

Vê carê jî 'rînga yek rengî' anîn

Li girtîgehan vê carê jî "rînga yek rengî" xistin meriyetê. Parêzer Gulîzar Tuncer diyar kir ku di rînga yek rengî de hucreya qefesî ya bê pace heye û tenê kesekî/ê dixinê.

Nûçeyê bixwîne

‘Girtîgeh ji bo girtiyên nexweş kirin îşkencexane'

Nezahat Çetînkaya bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên xwişka xwe Hevşaredara Dêrikê Sebahat Çetînkaya ku di Girtîgeha Sîncanê de ye û got ku, êdî girtîgeh ji bo girtiyan veguherîne malên îşeknceyê.

Nûçeyê bixwîne

Serokê AKP'ê yê Agiriyê îstifa kir

Serokê AKP'ê yê Agiriyê Kemal Atmaca îstifa kir.

Nûçeyê bixwîne

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hat berdan

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku li Edeneyê hat binçavkirin û paşê ew birin Sêrtê, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Bi îdiaya ku ByLock bi kar anîne 9 rojnamger hatin girtin

Ji 11 rojnamegerên ku bi îdiaya ByLockê bi kar anîne hatibûn binçavkirin, 9 jê hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 25 / 830