Traktora karkerên findiqan qulipî 18 kes birîndar bûn
Li Duzce traktora karkerên findiqan qulipî û di qezayê de 18 karker birîndar bûn.
Nûçeyê bixwîneLi Duzce traktora karkerên findiqan qulipî û di qezayê de 18 karker birîndar bûn.
Nûçeyê bixwîneLi ser rêya Riha û Kaniya Xezalan cendermeyan bi îdiaya ajokar guh nedaye banga “raweste” wesayîtek gulebaran kirin. Ajokar Ahmet Toru jiyana xwe ji dest da.
Nûçeyê bixwîneParêzerên çûn ziyareta girtiyên Girtigehên Kampusa Tarsusê, der barê rewşa girtîgehê de rapor amade kirin. Parêzeran diyar kirin ku odeya midûrê girtîgehê vegeriya ye odeya lêpirsinê.
Nûçeyê bixwînePirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi rêya bernameya Neteweya Demokratîk, bi 9 zimanan di Google Play Store de dikare bê peydakirin.
Nûçeyê bixwîneJi ber topbarana artêşa Rejîma Îranê, sê roj in li çiyayê Şaho daristan dişewite. Li heman herêmê duh jî şer derket û piştî şer dîsa şewat derket.
Nûçeyê bixwîneOperasyonên leşkerî yên li Şirnexê bi mehane didomin. Di çarçoveya van operasyonan de ji bor topbarana qereqolên li hawirdorê li herêmên Cûdî û Gabarê şewat derketin. Şewata ku derket bi rojane didome.
Nûçeyê bixwîneLi Dêrikê 17 meh berê hevşaredar û xebatkarên şaredariyê jî di nav de 33 siyasetmedar hatin girtin. Hîn jî îdianemaya wan nehatiye amadekirin. Dosyeya lêpirsînê ya dozgeriya navçeyê amade kir jî, du caran bi hinceta "delîlên kêm" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve paşve hat şandin.
Nûçeyê bixwîneGundê Merxo ku girêdayî navenda Dersimê ye, di salên 90'î de hatibû şewitandin û ev 3 sal in ku malbat dubare vegeriyanê. Lê belê piştî ku kesên li gund hatin binçavkirin, careke din gund hat valakirin. Ji bilî bizin û mirîşkan tu giyanewer li gund tune ne.
Nûçeyê bixwîneMistefa Mihemmed Elî yê kobaniyî 10 meh in li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Elî got: "Ne malbata min dikare bê serdana min û ne jî dikarim hevalên xwe bibînim. Ev şert zehmet in û dixwazin bi saxî mirovan bikujin. Tenê radyoyek min heye, wekî din tu tiştek min tune ye."
Nûçeyê bixwîneWalîtiya Stenbolê der barê polîsên ku di bûyerên Geziyê de bi tundî êrîşî çalakvanan kir biryara "destûrnedana lêpirsînê" dabû. Dadgeha Îdarî ya Herêmê biryara Walîtiya Stenbolê xera kir. Lê dozgeriyê jî ji dêvla lêpirsînê biryara "neşopandinê" da û dosyeyê şand "Buroya Sûcên Kiryar Nediyar".
Nûçeyê bixwîne