Rojane

CHP û OHP Nobeta Wijdan û Edaletê ziyaret kirin

Rêxistina Bajêr a CHP’a Wanê û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Nobeta Wijdan û Edaletê ziyaret kirin. Hunermend Pinar Aydinlar jî bi stranên xwe piştgirî da çalakiya nobetê.

Nûçeyê bixwîne

Dayika 53 salî hat girtin

Li navçeya hezexê ya Şirnexê dayika 53 salî Ayşe Hezer hat girtin. Li gundê Bafê jî 2 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Baydemîr: Ger îşkenceya li Şemzînanê li Filistînê bûya Erdogan dê cîhanê xerakiribûya

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr li Wanê di roja 2’emîn a Nobeta Wijdan û Edaletê de axivî û got: “Îşkenceya li Şemzînanê heke li Filîstînê biqewimiya, Erdogan dê bi gotina ‘Li birayên me misilman îşkenceyê dikin’ hemû cîhanê rakiribû ser piya.”

Nûçeyê bixwîne

‘Cenazeyên zarokên me şewitandibûn'

Li herêma Çemçê ya bi ser Kaxizmanê ve di bomberankirinê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji 5 cenazeyan jê 4 cenaze piştî 33 rojan li heman herêmê hatin definkirin. Bavê endamê HPG’ê Omer Ozrek, Abdulkerîm Ozrek wiha got: “Dîmenên li ber çavan bi xof bûn. Cenaze şewitibûn. Diyar bû ku wahşet û îşkence li ser cenazeyan pêk anîne.”

Nûçeyê bixwîne

Li Reqqayê dîmenên azadiyê

Kesên li Reqqa dagirkerî û zilma DAIŞ'ê ji ser xwe avêtin û azad bûn, bi avêtina xêliyên reş, nîşaneyên serkeftinê û kenên xwe azadiyê pêşwazî dikin.

Nûçeyê bixwîne

Daxuyaniya Qeyûmê ya Qada Newrozê

Qeyimê Şaredariya Êlihê têkildakî xebatên qada fuarê ya li Qada Newrozê çêdike piştî bertekan û nûçeyan daxuyanî da û diya rkir ku li qada Newrozê xebatên rastkirin û paqijkirina erdê çê dike.

Nûçeyê bixwîne

Hevserokê DBP'a Erxeniyê hat girtin

Hevserokê DBP'a Navçeya Erxeniyê Ramazan Aslan, hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Makîneya kar li baregeha leşkerî ji zinar ket

Li Şemzînanê makîneyek kar li baregeha leşkerî ji zinar ket xwarê. Di qezayê de operatorê maşîneyê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyê bixwîne

Wekî Akademîsyenê hat îxrackirin wekî xwendekar vegeriya

Akademîsyen Cenk Yîgîter ê bi KHK'e i Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin, ket ezmûnê û wekî xwendekarê beşa Radyo TV û Sînemayê dîsa vegeriya Zanîngeha Enqereyê. Yigiter, diyar kir ku ew wekî akademisyen hat qewirandin û wekî xwendekar dîsa vegeriya heman zanîngehê.

Nûçeyê bixwîne

Nûnerên saziyên sivîl û esnafan nobet ziyaret kirin

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter a Wanê dest pê kir, di roja 2'emîn de didome. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û esnafên Wanê ziyareta rojê ya ewil kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 49 / 830