Polîtîka

DBP hevserokên serdema nû hildibêjêre

Dawiya hefteyê dê 4'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê bê li darxistin û dê di vê kongreyê de hevserokên giştî yên serdema nû bên hilbijartin. Sebahat Tûncel ku bi mehan e girtiye dê dîsa hevserok be.

Nûçeyê bixwîne

Kemalîzade: Komxebata neteweyî dê bibe rêya çareseriyê

Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade yê di heyeta bilind ya KNK’ê ya amadekariya kongreya yekîtiya kurdan de cih digire, li ser armanca xebat, plan û projeyên wan yên ji bo yekîtiya netewî diyar kir, ew dixwazin bi vê komxebatê çareseriyê ji pirsgirêkên gelê Kurd li çar parçeyan jiyan dikin re peyda bikin û partiyên Kurd jî di warê fikir de nêzî hev bikin.

Nûçeyê bixwîne

Ozsoy hişyar kir: Êrîşa Efrînê li dijî hemû kurdan e

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku pêkan e Tirkiyê êrîşî Efrînê bike û diyar kir ku ger Tirkiye êrîş bike dê wida bike. Ozsoy destnîşan kir ku êrîşa Efrînê li dijî tevahiya gelê kurd e û xwest kurd li hember vê erîşê bibin yek xelek û yek.

Nûçeyê bixwîne

Bîrtane: Civîna 15'ê Tîrmehê rêya diçe kongreya neteweyî ye

Bi hewldana KNK'ê di navbera 15-16'ê Tîrmehê de bi tevlêbûna partiyên kurd, rewşenbîr, akademîsyen, kesayetên welatparêz û hin beşên cuda, Platrofma Yekitiya Neteweyî ya ji 300 kesî pêk tê hat avakirin û dê dest bi xebatan bike. Siyasetmedara kurd Mulkiye Bîrtane jî di vê xebatê de cih digire û got ku "Civîn ji bo yekitiya kurdan gavek e û rêya ku diçe kongreya netewyî ye."

Nûçeyê bixwîne

Yildirim: Me di darizandina Yuksekdag de daraza siyasî dît

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, têkildarî darizandina Yuksekdag li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: "Parastina Fîgen Yuksekdag hat astengkirin. Dema siyasetmedarên me tên darizandin, em dîbinin ku daraza li hemberî me çiqas siyasî ye. Li hemberî me darazek siyasî heye.

Nûçeyê bixwîne

Kemalbay: Em bi hev re li gel hevrêya xwe bin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag dê piştî 8 mehan cara ewil di 4'ê Tîrmehê de derkeve pêşberî dadgehê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay got ku "Em bi hev re li gel hevrêya xwe bin" û banga tevlêbûna dozê kir.

Nûçeyê bixwîne

HDP: Em hewldana Erdogan a Efrînê qet qebûl nakin

Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, têkildarî hewldana Tirkiye ya dagirkirina Efrînê, helwesta Tirkiye rexne kir. HDP'ê diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku demografiya Efrine biguherîne û wiha got: "Hewldana Rejîma Erdogan ji kok ve şaş e. Em qet vê yekê qebûl nakin.

Nûçeyê bixwîne

Awûstûryayê: Tirkiye dê Balkanan tevlîhev bike

Wezîrê Parastinê yê Awûstûryayê Hans-Peter Doskozîl, diyar kir ku Tirkiye bi bandora li ser Kosova, Bosna û Albaniya re li herêmê dibe xwedî gotin û welatên Yekîtiya Ewropayê hişyar kir.

Nûçeyê bixwîne

Baydemîr: HDP 2 salin ji bo edaletê dimeşe

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, di bernameya pîrozbahiya cejnê de axivî û diyar kir ku HDP 2 salin ji bo wekhevî, edalet,. azadî û demokrasiyê dimeşe.

Nûçeyê bixwîne

Ayhan: Yekîtî dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike

Endamê Heyeta HDP'e û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlerê bi heyeta KNK'ê re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku yekîtiya neteweya kurd dê pirsgirêka Rojhilat Navîn çareser bike.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 11 / 77