Polîtîka

Sed hezar ji bo Edaletê dimeşin Parka Maltepe

Meşa Edaletê di roja 25'an de li Parka Maltepe bi mîtîngê bi dawî dibe. Bi sed hezaran kes ji bo "Edaletê" dimeşin Parka Maltepe ya Stenbolê.

Nûçeyê bixwîne

Kiliçdaroglu: Erdogan her kesî terorîst îlan dike

Serokomar Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî terorîst îlan kir, betekên di vî warî de zêde dibin. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu got ku "Ji ber ku Erdogan xwe xistiye cihê darêzê, her kesî/ê terorîst îlan dike."

Nûçeyê bixwîne

Tuncel û Aslan bûn Hevserokên DBP'ê

4'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê bi şiyara "Bi civaka zana ber bi pêşeroja azad ve" pêk hat, Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan, wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.

Nûçeyê bixwîne

Îlham Ehmed: Tirkiye bêyî destûra Rûsya nikare êrîşî Efrînê bike

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye beyî destûra Rusya nikare êrîşî Efrînê bike. Ehmed Rusya şiyar kir û got: “Ger ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê têk biçe."

Nûçeyê bixwîne

Peyama Demîrtaş a kongreya DBP'ê: Berxwedan girêdayî rêxistinbûna gel e

Hevserokê Giştî HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, ji 4'emîn kongreya DBP'ê re şand. Demirtaş, anî ziman ku li her derê mezinkirina berxwedana li dijî faşizmê, bi rêxistinbûna gel pêkan e. Demîrtaş, da zanîn ku ev jî bi perwerdehiyê û têrkirina bîrdoziyê pêkan e. Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcihan Şîmşek jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser çareseriya Xweseriya Demokratîk e.

Nûçeyê bixwîne

Tuncel: Konfederasyona Demokratîk ji bo gelan çareserî ye

Hevseroka BDP'ê ya girtî Sebahat Tuncel ji kongreya DBP'ê re peyamek şand û ev tişt got: "Ji bo em di hemû qadên jiyanê de jiyanê xweş û azad bikin, di nav aştiyê de paşerojekê ava bikin, di îro de em destpêkeke nû pêk tînin." Tuncel aşkera kir ku ji bo pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn jî Konfederasyona Rojhilata Navîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye dikare bibe çareserî.

Nûçeyê bixwîne

Kongreya DBP'ê dest pê kir: Bi civaka zana ber bi pêşeroja azad ve

DBP bi şiyara "Bi civaka zana ber bi pêşeroja azad ve" 4'emîn kongreya Asayî pêk tîne û dê rêveberiya xwe diyar bike.

Nûçeyê bixwîne

Biryara PE'yê fatûreya polîtîkayên AKP’ê ya li Kurdistanê ye

Endamê Komîsyona Karên Derve ya TBMM'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, mijara muzakereyan a bi Tirkiyeyê re û biryara Parlamentoya Ewropayê nirxand û ev tişt got: "Biryara PE'yê fatûreya polîtîkayên AKP'ê yên li Kurdistanê ye. Ev fatûreyeke gelek giran e ji bo Tirkiyeyê. Ji ber wê divê demek ji ya din zûtir Tirkiye bê ser hişê xwe."

Nûçeyê bixwîne

Pêvajoya doza Demîrtaş rêbazekê derbeyê ya din e

Ji ber ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş kelepçe red kir, ew neanîn rûniştinê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku ev bêhiqûqiya ku pêk tê, şêwayekî cuda yê pêvajoya derbeyê ye û wiha axivî: "Em dizanin ji xwe hiqûq tune, bi vê rêbaza dawî jî dê hezkirina wî ya di dilê gel de nedin ji bîrkirin."

Nûçeyê bixwîne

Yoruk: Dixwazin rejîma Baas li rojavayê Sûriye ava bikin

Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk, têkildarî hewldanên Tirkiye yên li dijî Efrînê û helwesta Rûsya ya li hemberî êrîşan nirxandinên girîng kir. Yoruk, anî ziman ku Rejîma Baas dixwaze li Rojavayê Firatê serdestiya baas ava bike û ji nûve pergala xwe pêş bixe ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 10 / 77