Polîtîka

CHP: Em HDP’ê di nava xwe de dixwazin

Ji ber polîtîkaya şer a AKP û MHP'ê, HDP'ê bi wan re cejin pîroz ne kir, serlêdanên CHP, DSP û Partiya Saadetê qebûl kir. Heyeta CHP'ê di serdanê de der barê Meşa Edaletê û girtina wekîlan de nîşaş meşand û xwest HDP di meşê de cih bigire.

Nûçeyê bixwîne

Turk: Îro ji her demê bêtir pêdivî bi yekîtiya kurdan heye

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, bal kişand ser hewldanên KNK'ê yên Kongreya Neteweya Kurd û diyar kir ku ji her demê bêtir pêdiviya kurdan bi neteweya yekîtiya kurdan heye. Turk, ji partiyên kurdan xwest ku ji bo yekîtiya neteweya kurdan di berjewendiyên kurdan ên hevpar de bibin yek. Turk, da zanîn ku ger îro Kongreya Neteweya Kurdan pêk hatibûya dê di navbera partiyên kurdan de diyalog bêtir xurt bûbûya.

Nûçeyê bixwîne

Kiliçdaroglu ji Gulmen û Ozakça hêvî kir ku grevê bi dawî bikin

Serokê Giştî yê CHP'ê piştî bi welatiyan re cejin pîroz kir, dest bi Meşa Edaletê kir. Kiliçdaroglu bang li Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku ev 109 roj e di greva birçîbûnê de ne kir û wiha got: "Hêvî dikim hûn grevê bi dawî bikin."

Nûçeyê bixwîne

Ûca: Girtin berdewamiya operasyonên KCK'ê ne

Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, bi awayekî tund bertek nîşanî girtina 16 siyasetmedarên ku li Amedêê hatin girtin da. Ûca, dest nîşan kir ku operasyonên ku niha tên birêvebirin berdewamiya operasyonên KCK'ê ne.

Nûçeyê bixwîne

Dê Meşa Edaletê li Kandirayê ji hêla HDP'ê ve bê pêşwazîkirin

HDP'ê der barê Meşa Edaletê de daxûyanî da û aşkera kir ku dê meşvan li Kandirayê pêşwazî bikin. Herêma ku dê meşvan lê bên pêşwazîkirin, qasî 20 kîlometreyî dûrî girtîgeha ku Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag lê girtî ye.

Nûçeyê bixwîne

HDP'ê dewirkirina milkên Suryaniyan a diyanetê bir rojeva meclîsê

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora têkildarî dewirkirina milkên Sûryaniyan a Wezareta Karên Dîyanetê bir rojeva meclîsê.

Nûçeyê bixwîne

Demirtaş SEGBÎS'e red kir

3'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Demîrtaş tevlêbûna bi SEGBÎS'ê ret kir. Dadgehê biryar da ku di rûniştinek din de ev daxwaza wî bê nirxandin.

Nûçeyê bixwîne

Derket holê ku Wezareta Dadê ji bo Demîrtaş ferman daye dozger

Derket holê ku Wezareta Dadê, der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi bêlgeyek îbareya “Nepen” ferman da dadgeha bilind. Li gorî bêlgeyê wezaretê daxuyaniyên di civînên çapemeniyê yên Demîrtaş de şandiye dozgeriyê û fermana “Tişta pêwîst bikin” daye.

Nûçeyê bixwîne

Gelo dê dest wekîlên AKP'ê yên fezlekeyên nelirêtî û diziyê heye bidin

Bi rakirina destnedayîna wekîlan, ewil hevserok û wekîlên HDP'ê hatin girtin. Piştre jî wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu hat girtin. Lê ligel ku der barê 27 wekîlên ku der barê wan de 50 fezlekeyên dizî, nelirêtî, ruşwet, rant û bêehleqiyê hene jî heta niha darazê dest wan nedaye. Vê yekê pirsa "Gelo dê der barê wan de pêvajoya darazê bê destpêkirin ya na?" anî aqilan.

Nûçeyê bixwîne

Jêhetiyên Meclîsê parlementerên HDP û CHP'î ne

Bi awayekî fiîlî Meclîs hat dawiya salê. Di vê serdemê de herî zêde HDP û CHP pirsgirêk xistin rojevê. CHP'î 11 hezar û 79 pêşniyazname û HDP'î jî 3 hezar û 661 pêşniyazname dan. Herî zêde Sezgîn Tanrikûlê û Omer Fethî Gurerê CHP'î pêşniyazname dan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 12 / 77