Polîtîka

‘Em ê heta dawî ji bo Kongreya Yekîtiya Netewî bixebitin'

Hevserokê DBP'a Amedê Zekî Baran der barê "Komcivîna Şêwra Netewî" ku li Silêmaniyeyê hat lidarxistin de axivî. Baran, dest nîşan kir ku ji bo lidarxistina Kongreya Yekîtiya Netewî ew ê heta dawiyê bixebitin û dê ev xebat li ser dika dîrokê cihê xwe bigirin.

Nûçeyê bixwîne

Arslan: Divê kurd nirxên xwe radestî faşîzan a AKP'ê nekin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşên qeyûman ên li hemberî nirxên çand û hunera kurdî û wiha got: "Divê gelê kurd nirxên xwe radestî feraseta faşîzan û qetlîamker a AKP'ê neke."

Nûçeyê bixwîne

Dr. Şêrko Mihemed Emîn: PDK dixwaze başûr têxe xizmeta malbatekê

Endamê Rêveberiya Tevgera Goran Dr. Şêrko Mihemed Emîn têkildarî Şêwira Yekitiya Neteweyî ya Kurdistanê anî ziman ku li herêma Kurdistanê pirsgirêkeke siyasî û darayî ya çêkirî heye. Mihemed Emîn, anî ziman ku PDK dixwaze Kurdistana Başur têxe xizmeta malbatê û xwest kurd bibin xwedî helwestek hevpar.

Nûçeyê bixwîne

HDP'iyan ji Serokê Meclîsê xwest têkildarî Demirtaş daxuyanî bide

Wekilên HDP'ê, ji Serokê Meclîsê Îsmail Kahraman xwest der barê darizandina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de daxuyaniyê bide.

Nûçeyê bixwîne

Hevserokê Giştî yê DBP'ê: Em ê kadroyên ku pêşengiya siyaseta demokratîk bikin bigihînin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, got ku ji bo DBP di serdema nû de perspektîfa xweserî û neteweya demokratîk vebêje, dê xebata "ronakbûn û zanistê" bi rê ve bibe. Aslan, dest nîşan kir ku dê kadroyên pêşengiya siyaseta demokratîk bikin bigihînin.

Nûçeyê bixwîne

Hamzaoglu: Mirov ji CHP'ê heviyan bike dê têkeve depresyonê

Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, balê kişand ser bêdengiya ku piştî mîtînga Edaletê xwe daye der û wiha got: "Heke mirov tenê ji CHP'ê hêviya hin tiştan bike, dê ev mirov ber bi depresyonê ve bibe. Divê sosyalîst pêşengiya daxwaza edaletê bikin." Her wiha Hamzaoglû ji bo OHAL'ê jî wiha got: "Divê kesên ku derdê wan bi faşîzmê re heye di 20'ê Tîrmehê de li kuçeyan bin."

Nûçeyê bixwîne

Beştaş: Rêziknameyeya hundirîn antî-kurd e

Parlementera HDP'ê û huqûqnas Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku guherîna rêznameya hundurîn di asasê xwe de pêşniyareke ku mudaxileyî destnedayîna kursiyê ya parlementeran dike û wiha got: "Ev rêznameyeke antî-kurd e. Bi vê re mafên kurdan tên qedexekirin."

Nûçeyê bixwîne

Tezkereya OHAL'ê şandin Meclisê

Tezkereya ku OHAL'ê 3 mehan dirêj dike ji Serokê Meclisê re şandin.

Nûçeyê bixwîne

DBP rêveberiya xwe ya nû diyar kir

DBP piştî civîna Meclîsa Partiyê Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) diyar kir.

Nûçeyê bixwîne

Arslan: Kurd dest ji destkeftiyên xwe bernadin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, da zanîn ku AKP demek dirêj e li Tirkiyeyê polîtîkaya kaos û şerî xistiye dewrê û wiha axivî: "Em ê di siyaseta demokratîk de bi israr bin. Bila kes li bendê nemîne ku kurd paşve gavan bavêjin û em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 8 / 77