3 ciwan li Farqînê hatin binçavkirin
Li Kolana Gazî ya Farqînê 3 ciwan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneLi Kolana Gazî ya Farqînê 3 ciwan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Nûçeyê bixwîneHDP’ê malbatên Demîr û Sencer ên li Wanê xwîniyên hev bûn li hev anîn. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di merasimê de wiha got: “Ji bo aştiya mezin divê 4 parçeyên Kurdistanê li dijî nelihevkirinê bi rêya silhê çareseriyê pêk bîne. Ji bo aştî û yekîtiyê lez bikin.”
Nûçeyê bixwîneBaroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê dîtin û darizandin, di hefteya 88'an de çalakiya "Edaletê" berdewam kir. Di çalakiyê de hat gotin ku gelek mirov şîna wan bi dawî nebû û Tirkiye bûye wehatê şînê."
Nûçeyê bixwîneJinên girtî yên li Gîrtîgeha Tîpa T a Wanê bi rojane rastî îşkenceyê tên ji bo bi porên wan neyê girtin porên xwe qusandin. Parêzer Sevda Aydin destnîşan kir ku muwekîlên wan ên jin rastî derpkirin, êrîşa zayendî û îşkenceyê hatine.
Nûçeyê bixwîneDayika Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di sala 1994'an de li Riha hat windakirin, Makbule Babaoglu, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Makbule Babaoglu ya bi salan ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne têkoşiya, li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin.
Nûçeyê bixwîneSerşêwirmendê Serokwezîr Binalî Yildirim, Adnan Înanç piştî pêkanîna îşkenceya gundê Şapatanê û bi keya û meleyê gund re hevdîtin kir û ji gund veqetiya. Kesên îşkence li wan hat kirin diyar kirin ku heya wan jî ji hatina serşêwirmend çênebûye.
Nûçeyê bixwîneSazî û rêxistinên elewî yên li Stenbolê nerazîbûn nîşanî şewata daristanan a li Dêrsimê dan û got: “Jiyanek bêdaristan nabe.” Saziyan got ku ew ê li dijî şewitandina çiya û daristanan li berxwe bidin.
Nûçeyê bixwîneÇalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 267’emîn de didome û piştevanê Gulmen û Ozakça jî bi slogana “Polîs biceheme kolanên me ne” bertek nîşanî mudaxeleya polîsan dan.
Nûçeyê bixwîneLi Şirnexê di êrîşa li dijî baregeha leşkerî de leşkerek birîndar bû.
Nûçeyê bixwîneKESK, DÎSK, TMMOB û TTB ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kir û xwestin ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 156 roj in di greva birçîbûnê de demildest bên berdan.
Nûçeyê bixwîne