Jinan bang li Serokê Baroyê Er kir ku lêborînê bixwaze
Jinên parêzer bang li Serokê Baroya Mêrsînê Alî Er kir ku ji ber êrîşî parêzer Şîlan Turk a ku xwest danezana 8’ê Adarê bixwîne kiriye lêborînê bixwaze.
Nûçeyê bixwîneJinên parêzer bang li Serokê Baroya Mêrsînê Alî Er kir ku ji ber êrîşî parêzer Şîlan Turk a ku xwest danezana 8’ê Adarê bixwîne kiriye lêborînê bixwaze.
Nûçeyê bixwîneJinên enqereyî yên êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê bi bîr xistin wiha gotin: "Em naxwazin jinên êzidî careke din bibin kole. Barzanî divê li hemberî axa ku êzidiyan û jiyana ku afirandine rêzê nîşan bide."
Nûçeyê bixwîneLîsa Çalan a di mîtînga 5'ê Hezîranê de bi giranî birîndar lingên wê hatin jêkirin, di 8'ê Adarê de cara 5'emîn emeliyat bû. Çalan, li gel emeliyatên xwe yên zaf giran jî her li ser piya disekine û hewl dide ji nû ve bimeşe, vegera ser karê xwe yê sînemageriyê û dansê bike.
Nûçeyê bixwîneNûnerên sazî û dezgehên gelek saziyên jinên ji her temenî bi deng û rengê xwe beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê pêk hat bûn, diyar kirin ku ew ê ji bo siberojên azad bibêjin "Na".
Nûçeyê bixwîneLi Bakirkoya Stenbolê xebatên "Na"yê bênavber didomin. Kesên li kuçe û qadên Bakirkoyê xebatên "Na"yê bi rê ve dibin jî, ciwan, extiyar, HDP'î, CHP'î, xwendekar, kedkar û hwd. ne.
Nûçeyê bixwîneJin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahiya welat daketin qadan û ji bo azadiya mafê xwe li dijî tundî, şer, xizanî, birçîbûn û militaristê dengê xwe bilind kirin.
Nûçeyê bixwîneJin li Wan, û Îzmîrê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daketin qadan û 8’ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin. Jinan li qadan ji bo azadiya xwe qîriyan.
Nûçeyê bixwîneParlementera HDP'ê Feleknas Uca ya li Amedê di mîtînga 8'ê Adarê de bang li hezaran jinan kir û wiha got: "Dayikên 80 salî çiyayên Şengalê diparêzin. Hemû jin bila rûyê xwe vegerînin çiyayên Şengalê."
Nûçeyê bixwînePlatforma Jinan a Enqereyê li Parka Kurtuluşê mîtînga 8'ê Adarê pêk anîn. Di mîtîngê de polisan pankarta “Em ji zilaman aciz bûn. Tehammula me ji yek zilamî re tune" qetand. Jinan bertek nişanî polîsan da û pankarta ku polîsan qedant dîsa xistin qadê.
Nûçeyê bixwîneHevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê de diyar kir ku ew dê di 16'ê Nîsanê de li dijî hişmendiya yekperest û destê dirêjî jinê dibin biçin ser sindoqê û bêjin "Na" û wiha got: "Jinan qadên 8'ê Adarê tije kirin. Dê Qadên Newrozê jî tije bikin. Em dê ve baharê bikin bahara kurda."
Nûçeyê bixwîne