Jin

Xwarinên Colemêrgê didin nasîn

Li Colemêrgê jinên esnaf Sevda Keskîn û Ozlem Atay, bi aşxaneya xwarinên herêmî danasîna xwarinên herêmî yên Colemêrgê dikin. Jinan diyar kirin ku jin hez bikin dikarin her tiştî bi ser bikixin.

Nûçeyê bixwîne

Jinên reng û fikrên wan cuda li dora 'Na' bûn yek deng

Jinên ku reng, sazî, pîşe û xebatên wan cuda li dora "Na" bûn yek û dengê xwe bilind dikin. Jinên ji saziyên cuda li dijî pergala "Serokdewletiyê" bi dengê berz dibêjin "Na". Rojnameger Yazgulu Aldogan, diyar kir ku ew 40 salin rojnameger e û zextan dibîne û wiha got: Ji bo ev zext bi dawî bibe ez dibêjim NA. Muzîzyen Esra Lora Yilmaz jî diyar kir ku wekî muzîka xwe dixwaze pir dengî û pir rengî bijî û ji ber vê yekê dibêje "Na".

Nûçeyê bixwîne

Jin ji bo 8'ê Adarê civiyan

Koma Pêşîlêgirtina Lezgîn a li Dijî Cînayetên Jinê, bi armanca ku beriya 8'ê Adarê rêxistinek xurt ava bikin û çalakiyên xwe bi rêxistin bikin û fikrên xwe parve bikin kom bûn.

Nûçeyê bixwîne

'Jinên dibêjin NA' ji bo NA zendê xwe badan

“Jinên Dibêjn Na" bi deklerasyonekê starta Kampanya "NA" dan. Jinan di deklerasyonê de gotin: “Em jin li dijî Serokdewletî û rejîma yek mirovî, ji bo azadiya xwe, wekhevî, aştî, pêşeroja xwe ji bo hemû destkeftiyên xwe em dibêjin NA." Jinên beşdarî deklarasyonê bûn, li "Kursiya vekirî" sedema "NA" parve kirin.

Nûçeyê bixwîne

Dê ji bo azadiyê 'Na'yê rêxistin bikin

Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek a ku di çarçoveya kampanyaya "Ji dîtatoriyê re na"de axivî û got ku armanca kampanyayê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin e û wiha axivî: "Heta yek jinek ji bîmîne em ê têbikoşin."

Nûçeyê bixwîne

Qeyûman li Wanê berî her tiştî sazî û dezgehên jinan girt

Piştî Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên din ên Wanê yên DBP'ê hat kirin, berî her tiştî sazî û dezgehên jinan girt. Qeyûmê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê, Mirûriyeta Polîtikayên Jinê, meclîsa jinê, komîsyonên jinan, navendên perwerdehiya derûnî, aborî, çandê yên jinan, kooperatif û stargehên jinan yek bi yek girt û mohr kir.

Nûçeyê bixwîne

Dê mal bi mal 'Rojên Na' li dar bixin

Li dijî referandûma qanûna bingehîn jinên ji beşên cuda yên civakê ji bo "Na" hatin cem hev koma "Jinên Dibêjin Na" avakirin. Jinên ku dê îro deklerasyona xwe aşkera bikin mal bi mal bigerin û "Rojên Na" li dar bixin.

Nûçeyê bixwîne

Di kampanyaya Ocalan de merhaleya duyemîn

Tevgera Jinên Azad daxuyand ku bi sîstema serokdewletiyê ve dê sîstemekî otorîter a yek reng bê avakirin wiha hat gotin: "Divê neyê jibîrkirin ku azadî wekî quralekî xweşikbûnê bi têkoşîna li dijî nexweşikbûnê ve pêkan e. Tu kes nikare azadiya ku me li serhildan, zindan, çiya û kolanan mezin kiriye ji me bigire. Em merhaleya duyemîn a kampanyaya "Ez xwedî li rêber, ax û azadiya xwe derdikevim" bi navê 'Em ê bi rêbertiyê ve teqez bi ser kevin' bidomînin.

Nûçeyê bixwîne

‘Jinan tu carî winda nekiriye û winda nakin'

Nûnerên jin ên sazî û partiyên siyasî yên Wanê tayînkirina qeyûmê ya Şaredariyên DBP’ê girtina saziyên jinan protesto kirin. Jinên Wanî civîna çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku jinan tu carî li dijî hişmendiya mêr a serdest winda nekiriye û dê tu carî winda nekin.

Nûçeyê bixwîne

Parlementerên jin ên HDP'î: Mal bi mal em ê 'na' yê vebêjin

Parlementerên jin ên HDP'î wiha gotin: "Em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Ji 26'ê Çileyê ve em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe 'Na'yê vebêjin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 38 / 51