Jin

'Her ku hûn êrîş bikin jinên bêjin 'Na' dê zêde bibin'

Jinan bertek nîşani êrîşa polîsan a duh li Bakirkoyê çek xist serê jinên belavokên "Na" belav dikirin û ew binçavkirin dan. Jinan dîsa belavok belav kirin û gotin "Her ku hûn êrîş bikin jinên bêjin "Na" dê zêde bibin."

Nûçeyê bixwîne

Ji jinên Meclîsa Jin a HDP’ê deklarasyona referandumê: Ji bo azadiyê em dibêjin ‘Na’

Meclîsa Jinên HDP’ê deklarasyona ‘Na’ li Enqereyê aşkera kirin. Jinên HDP’î diyar kirin ku ew ji bo azadiya xwe ji rejîma mirovekî û yekperestiyê re dibêjin ‘Na’ û wiha gotin: “Em bang li hemû jinan dikin ku bi rihê berxwedanê yê 8’ê Adarê, bi çoşa Newrozê li her qadê, bi hemû ziman û rengan dest bidin hev bibin heftrengên asîman û em bi hevre zivistanê bikin bihar.”

Nûçeyê bixwîne

'Em ê bikin ku Reqa ji nû ve bêhnê bistîne'

Şervanên jin ên QSD'ê yên beşdarî pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê ku duh starta wê hat dayîn bûn anîn ziman ku, ew ê weke Şengalê jinên reqayî jî rizgar bikin û wiha gotin: "Em ê tevî bikin ku jiyan ji nû ve bêhn û henaseyê bistîne."

Nûçeyê bixwîne

'Tayînkirina mêr a Serokatiya Daîreya Jinê girtina wê Daîreyê ye'

Qemûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Midûreya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ji kar dûr xist û li şûna wê mêr tayîn kir. Midûreya Daîreyê Mekiye Guzel ku ji kar hat dûrxistin bertek nîşan da û diyar kir ku tayînkirina mêr a Daîreyê tê wateya girtina wê daîreyê.

Nûçeyê bixwîne

'Em ê li qadan 'Na'yê bi rêxistin bikin'

Parlementera HDP'ê ya Mûşê Burcu Ozçelik, got ew ê di pêvajoya referandûmê de tevî jinan li qadan "Na"yê bi rêxistin bikin.

Nûçeyê bixwîne

‘OHAL şideta li dijî jinê zêde kir'

Seroka Komeleya Parastin Jiyîn û Nûjenbûyîna Jinên Sereyê Hamide Yeni, balê kişand şideta li dijî jinê ya bi pêvajoya OHAL'ê re piştî girtina komleyên jinan zêde bû û ji bo rêxistinbûyîneke hîn zêdetir bang li jinan kir.

Nûçeyê bixwîne

Saziyek jinan hat girtin

Qeyûm Hamdî Bîlge Aktaş ê tayînî şaredariya DBP’î ya Akdenizê hat kirin Navenda Jinan a Îştarê girt.

Nûçeyê bixwîne

Polîtîkayên aboriyê betaliyê zêde dike

Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2015'an de rêjeya jinên betal ji sedî 13.2 bû û di sala 2016'an de rêjeya jinên betal derket ji sedî 16’an. Prof. Dr. Gulay Toksoz, diyar kir ku betaliya jinê hem ji ber polîtîkayên aborî û hem jî ji ber êdî civak vê yekê qebûl dike pêş dikeve.

Nûçeyê bixwîne

Akademiya Jinê: Em dê bêjin 'Na'

Komeleya Akademiya Jinê, li dijî hewldana AK Partî û MHP'e ya referandumê ji bo "Na" pêş bixin û bi rexistin bikin amadekariyê dikin. Rêvebera Komeleyê Figen Aras, diyar kir ku ew dê biryara xwe bi xwe bidin û dê berî her tiştî "Na" bi rêxistin bikin û wiha got: "Piştî ku me got na vê carê em jin dê Qanûna Bingehîn ava bikin."

Nûçeyê bixwîne

Meclîsa Jinan a DBP’ê: Li dijî pergala Yek Zilam ‘NA’

Meclîsa Jinan a DPB'ê têkildarî referandumê li navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di daxuxaniyê de li dijî eniya "yek zilamî" bang li jinan kirin ku di eniya "Na" de xwe bi rêxistin bikin û di ber xwe bidin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 37 / 51